BI DÎMEN

Li gel baranê jî li Wanê bi hezaran kes ber bi qadê ve diçin

Li Wanê ji bo mîtînga referandûmê ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bi hezaran kes diçine parkê. Gel bi coşiyeke mezin dibêje, 'Bijî Serok Apo'.

Polîsên Tirk dor li qada mîtîngê girtine û bi helîkopteran jî li ser qadê digerin. Polîsên Tirk, bi îdîaya ku sertîfîkaya xwe ya weşana zindî nîne, dest danîn ser wesayita weşana zindî.

Mîtîng piştî ku Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ji nimêja Înê derket wê dest pê bike.