Li Garê çi bû: Gerîla li gel dîmenan qalê kir

Piştî êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê, dîmenê şopa artêşa Tirk, malzemeyên wan û şikefta ku 13 leşkerên êsîr lê hatin kuştin, hate kişandin. Gerîlayên ku di baskê êrişê de bûn, qala çar rojên êrişê û berxwedanê kirin.

Êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê di 10'ê Sibatê de dest pê kir û artêşa Tirk li hemberî gerîla di 14'ê Sibatê de neçar ma ku vekişe.

Fermandarê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), dewleta Tirk di nava çar rojan de bombardûmaneke giran li herêma Garê kir û bi vî rengî hem xwest li herêmê belav bibe, bi rengekî mayinde lê bi cih bibe, hem jî êsîrên di destê gerîla de werbigire.

NPG'ê ragihand ku li gel dehan balafirên şer û ÎHD û SÎHA'yan, êriş li ser herêmê hate kirin û 6 jê gerîlayên li ber kampa êsîran a li gundê Siyanê bi giştî 15 gerîla şehîd bûn. NPG'ê diyar kir ku bi qasî hate tespîtkirin, 37 ji artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha derb li du helîkopterên Skorsky hate xistin û neçar man ji herêmê biçin. Di daxuyaniya NPG'ê de hate gotin, "Berxwdana li Garê, berxwedaneke mezin û dîrokî bû ku li dijî teknolojiya serdemê afirînerî û îradeya milîtanê bi îdeolojiya Apoyî xwe xemilandî, raxist pêş çavan."

DÎMENÊN JI BER DAGIRKERIYÊ MANE

Li dû têkçûna leşkerên Tirk tenê hilweşîna ji ber bombardûmanê û malzemeyên leşkerî yên li pey xwe hiştin û reviyan, man. Gerîla Hogir Med tehtên ji ber bombardûmanê şikestin, darên hatin birîn, malzemeyên ji ber dagirkeran man, cihên ku şerê giran lê qewimî û deverên ku leşker lê hatin kuştin, nîşan da.

'HEVAL, ROKET NEHATIYE BIKARANÎN, HER DEVER BI QAZANAN BOMBE KIRIN'

Med derdorê nîşan dide û dibêje, "Heval, roket nehatiye bikaranîn. Her dever bi qazanan hatine bombekirin."

Med li nava mij û dûmanê bi kincê xwe yê kamûflajê ji kamera re diaxive û ji aliyekî ve jî bi destekî wî li ser çeka wî ye.

Med dibêje, "10'ê Sibatê li qada Garê bi navê 'Kartal Pençe 2' operasyoneke berfireh li dar xistin. Destpêkê li gel bi dehan balafirên keşfê bi teknîka herî pêşketî bombe li qadê barandin" û bi destê xwe derdorê nîşan dide û qalê dike ku herêm serê sibehê bi Kobrayan hatiye bombekirin.

HESABÊ WAN LI HEV NEHAT

Şopa bombardûmanê hîn jî weke xwe ye. Darên şewitî, yên hatin birîn...

Med wiha dewam dike:

"Piştre jî xwestin leşkerên xwe deynin herêmê. Lê belê hesabên ku wan li Enqereyê û herêmê kirin li hev nehatin. Dema ku hatin herêmê û hewl dan leşkerên xwe deynin, li berxwedana gerîla rast hatin. Di medyaya xwe de ragihandin ku çend payebilindên wan hatine kuştin, lê belê ev ne rast e. Kuştiyên wan gelekî zêdetir e. Tê zanîn ku dewleta Tirk her tim bi derewan hewl dide civaka xwe û raya giştî bixapîne. Piştî ku nekarîn encama dixwazin bi dest bixin, gotin 'Operasyoneke ji bo qadekê bû, provaya li dijî Qendîlê bû' bi vî rengî hewl dan binixumînin û şaş nîşan bidin."

LEŞKERÊN XWE BI DESTÊ XWE KUŞTIN

Med kampa ku êsîrên di destê HPG'ê de lê bûn nîşan da û got, "Weke ku tê dîtin, ev der kamp e ku êsîrên di destê HPG'ê de bûn. Weke ku ji dîmen jî tê fêhmkirin, ku hewl dan komkujiyeke mezin bikin, leşkerên xwe bi destê xwe kuştin. Tevî ku hewl didin wan weke sivîlan nîşan bidin, rastî ne bi vî rengî ye."

Med anî ziman ku leşkerên Tirk nekarîn xwe li vê herêmê bigirin, lewma bombardûmaneke giran kirin, parçeyên bombeyan ên li derdorê nîşan da û wiha dewam kir:

"Hîn dema hewl dan leşkeran deynin hevalan derbên giran li wan dan, kirin ku gelek windahiyan bidin. Ji xwe bi daketinê re li şoqeke mezin rast hatin. Welê li wan hat ku nizanin çi bikin. Ji dîmenan jî tê dîtin ku nekarîn xwe li herêmê bigirin. Bi berxwedana hevalan re li qadê asê man û ji parçeyên bombeyan jî tê fêhmkirin ku bombardûmaneke giran kirine. Gaz bi kar anîn. Dİ encama bikaranîna gazê û bombardûmanê de êsîr îmha bûn. Ew înfaz kirin û piştre hewl dan bixin stuyê me. Hevalan bi rêbaza serdema nû ev teknîk pûç kirin. Li gel teknîka hate bikaranîn jî gerîlayan derba giran li wan dan. 3 rojan li vir şerekî giran qewimî, gerîla berxwedaneke mezin nîşan da. Hêzên me ji her alî ve çalakî kirin, di encamê de jî ew neçar man ji herêmê vekişin. Gerîla wê bi rêbaz û taktîka serdema nû, bi taktîka nepenîtiya kûr her tim derbên giran li dijmin bixin, wê tola dîrokê hilînin."

DAR BIRÎN

Cihê ku Med nîşan dide, ketina gelî ye. Med dibêje "Ji xwe li vê derê nekarîn zêde bi pêş ve biçin" û bi destê xwe cihên ku dar lê hatine birîn nîşan da. Med diyar kir ku leşkeran nekarîn xwe zêde nêzî şikeftê bikin, ji ber ku derbên giran xwarin û got, "Ji bo karibin derdora xwe bibînin xweza talan kirin, gelek dar birîn. Ji dîmenan jî tê dîtin ku dar hîn nû hatine birîn. Ji tirsa gerîla darên li derdora xwe birîn. Bi vî rengî hewl dan li derdorê serwer bin, lê belê hevalan ev derfet nedan wan."

KÎSÊN KU JI BO ÇÊKIRINA ÇEPERÊ BI XWE RE ANÎN, NEKARÎN DEVÊ WAN JÎ VEKIN

Gerîla Med piştre kîsên ku leşkerên Tirk bi xwe re anî bûn nîşan da. Med got, "Ev kîs ji bo çêkirina çeperan bi xwe re anîn" û careke din bal kişand ser van kîsên hîn devê wan nehatine vekirin, "Firsend nedîtin ku devê van kîsan vekin ku ji bo çêkirina çeperan anî bûn."

Di nava alavên ku Med nîşan dide de bêr, bivir, hors û hwd. jî hene. Gerîla Med dibêje, "Weke ku tê dîtin, bêr, bivir, hors û hwd. jî anîne. Ji bo karibin pê çeperan çêbikin. Weke ku tê dîtin hîn nû ne. Ji ber ku hevalan firsend nedan ku karibin wan bi kar bînin. Ji dîmenan tê dîtin ku ketine rewşeke çawa, çi astengî dîtine û gerîla ew çawa tengav kirine. Firsend nedîtine ku kar bikin."

Di nava alavên hatin desteserkirin de lepik, bombeyên gazê, şarjor, maskeyên gazê, malzemeyên tenduristiyê, kincên kamûflajê, narincok, êlek û konserve jî hene.

MÎRKAN KARKER: DI BIN KEFŞÊ DE EM BI SER WAN VE ÇÛN

Gerîla Mîrkan Karker û Şoreş Zeryan jî qala dema êrişa dagirkeriyê kirin. Karker anî ziman ku êrişê sibehê saet di 03:00 de dest pê kir û got, "Bombardûmaneke giran li hemû nuqteyan kirin.

Karker wiha dewam kir:

"Ji vê bombardûmanê cihê ku em lê diman, ji dehan bêhtir qazan avêtin herêmê. Lê belê weke gerîla, tedbîra vî tiştî ji bo pir zor nîne, me tedbîra vî tiştî wergirtiye. Ev ji bo dijmin pirsgirêk e. Dema em derketin qadê nêzî 10 keşf li ser serê me bûn. Kom bi kom em bi ser dijmin ve çûn. Ji xwe dijminekî tirsoneke. Ne dijminekî welê ye ku karibe şer bike, karibe li te bide."

'ME TIRSA WAN Û FEDAKARIYA GERÎLA DÎT'

Karker diyar kir ku bi balafir û helîkopteran qad hate bombekirin û got, "Me li vê derê dît ku balafir, kobra û balafirên keşfê nikarin li pêşiya îradeya gerîla bisekinin. Me dît ku çawa ditirsin. Me fedakariya hevalên xwe dîtin."

Gerîla Karker ku kincê kamûflajê lê ye, dema ku diaxive car carna ji cîhaza ragihandinê ya pê re deng tê.

Karker ku çeka xwe daniye ser çoka xwe wiha dewam dike:

"Wan xwestin li qadê me dorpêç bike, lê me dorpêçeke pir mezin danîn ser wan. Cihê ku leşkerên xwe danîn, li gel wan balafiran jî cihê xwe berdan. Ketin nava dolan. Cihê revê li ber wan neket, hevalan ji her alî ve bi giştî lê dan. Şerekî pir dijwar li Garê qewimî. Di vî şerî de bêguman me îradeya gerîla pir xurt dît. Me bêîradetiya dijmin, bêbaweriya dijmin jî dît."

Karker gerîlayên tevlî vê berxwedanê bûn hemû pîroz kir û bi taybetî gerîla Şoreş weke mînak nîşan da. Şoreş ku ji kampa êsîran berpirsyar bû di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Karker wiha dewam kir:

'LI VÊ QADÊ DESTAN HATE NIVÎSANDIN'

"Dema ku dijmin li girekî dixist, Şoreş di bin 6 balafirên keşfê, Kobra û balafirên şer de bi ser dijmin ve çû. Li dijmin da. Yanî kesekî bi tenê ew gir ji dijmin vala kir. Qareqara wan, bezîna wan, tirsonekiya wan derkete holê. Wan bawer nedikir, ew bi hêza xwe ya hewayî pir bawer bûn, bi teknîka xwe pir bawer bûn. Bi hêzên xiyanetê yên piştgiriya wan dikirin re pir bawer bûn. Digotin 'me Garê dorpêç kirine, em ê birçî bihêlin, em ê êsîr bigirin'. Lê belê reviyan."

Karker anî ziman ku artêşa Tirk ji bo komên xwe yên li herêmê asê man ji herêmê derxîne, bombardûmaneke giran kir û got, "Destaneke mezin li vir pêk hat. Çar rojan her roj destana gerîla ve çû. Gerîla wê sermayê, wan bêderfetiyan, wan tiştan de dîsa jî weke hêzeke profesyonel xwe nîşan da."

GERÎLA HEMÛ NEKETIN NAVA LIV Û TEVGERÊ, TENÊ ÇEND BASKAN LÊ DAN

Gerîla Karker destnîşan kir ku berevajî îdîayên dewleta Tirk gerîlayên li Garê bi temamî neketine nava liv û tevgerê û got, "Tenê çend baskên gerîla li wan dan. Çend baskan li wan dan û ew perîşan kirin. Nezanîn ku wê bi ku ve birevin. Ji xwe em bi hêza xwe bawer in. Em bi îradeya xwe bawer in. Em her tiştî bi felsefeya serokatî, îradeya xwe xurt dikin. Ew nikarin li hemberî me bisekine. Ji xwe me dît, qareqarê wan me dîtin. Li zinaran gêr bûn. Xwe vedişartin. Kun bi kun em lê digeriyan. Ew çend caran bên vir em ê heman tiştî bi serê wan ve bînin. Em ê wan perîşan bikin. Em ê vê derê ji bo wan careke din bikin cehenem. Me bi 20 kesan ew dorpêç kir û perîşan kir."

Karker dibêje, "Gelê me bila bi vê serketinê, bi vê îradeyê kêfxweş be û li hemberî dijmin îradeya xwe xurt bike, li gel gerîla bin" û wiha dewam dike: "Divê ciwanên Kurd jî hêzê ji vê îradeyê werbigirin. Divê piştgiriyê bidin, tevlî bibin. Êdî bes e. Faşîzm wê heta kengî dewam bike?"

EM RÊXISTINEKE POLÎTÎK Û XWEDÎ EXLAQ IN

Karker bal kişand ser îdîaya "yek ji armancên operasyonê rizgarkirina êsîran bû" û wiha axivî: "Êsîr çar pênc sal in di destê me de ne, me çima nekuşt? Her kes PKK'ê nas dike. PKK bi exlaq û dilsoziya xwe ya bi maf re li cîhanê mînak e. Em ne weke dewleta Tirk in, em êşkenceyê li girtiyan nakin. Em nêzîkatiya bêexlaq li girtiyan nakin. Bila guh bidin girtiyên berê hatin berdan. PKK çi bi kê kiriye? Çar sal in nekuştine çima niha bikujin? Lê belê wan (dewleta Tirk) kamp bi serê wan ve rûxandin. Zêdeyî deh qazan avêtin kampê. Li hundir jî gaza kîmyewî bi kar anîn. Cenazeyên mirovên xwe şewitandin. Polîs bûn, endamên MÎT'ê bûn, xayin bûn. Di destê me de bûn. Destê wan ketibû xwîna hevalê me, lê em nakujin, êşkenceyê nakin. Lê belê bala xwe bidin ser leşkerên wan, car carna mesafeyek ji 10 metreyî di navbera me de dima. Heqaret nedima ku li hev nedikirin. Tiştên ku ji hev re digotin bêexlaqî bû. Her wiha li zindanên wan êşkence heye. Dîroka dewleta Tirk diyar e, tê zanîn ku çi dikin. Em zindana Amedê bînin bîra xwe. Em ne weke te (dewleta Tirk) ne. Em rêxistineke polîtîk û xwedî exlaq in."

ŞOREŞ ZERYAN: VENEKIŞIYAN, REVIYAN

Şoreş Zeryan ku di dema êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Garê de li baskekî êrişê yê gerîla cih girt, destnîşan kir ku leşkerên Tirk di nava dorpêçiya gerîla de dest ji cenazeyên xwe berdan û reviyan.

Gerîla Zeryan têkildarî êrişa dagirkeriyê ya li Garê û berxwedana gerîla wiha axivî:

"Ber destê sibehê saet di 03:00 de bi 40 balafirên şer û yên keşfê li Garê dest bi operasyonê kirin.

Bi giranî ji hewayê êriş kirin. Şerê sîng bi sîng zêde nebû. Bi giranî bi teknîkê bû. Hevalan jî di bin keşfeke giran de xwe gihandin qada operasyonê û derb lê dan. Rewşeke pîroz bû. Em di baskê êrişê de bûn. Bi çend baskan em bi ser wan ve çûn. Dijmin ji xwe miriyên xwe li pey xwe hiştin û reviyan, nekarîn li ber xwe bidin. Dema ku hatin dorpêçkirin jî êdî nezanîbûn wê bi ku ve birevin. Jİ ber vê yekê nekarîn operasyonê bimeşînin. Ya ku wan kirin vekişîn nebû, rev bû, reviyan. Cenazeyên wan li naverastê man. Bi qasî ku me dît hin ji wan payebilind bûn, mîna efser û serpel bûn. Di bin keşf û êrişa hewayî ay giran de gerîla xwe bi hêsanî gihand qadê, ji xwe ev der qadên gerîla ne, van deveran baş nas dikin. Li aliyê Siyanê, şikefta ku êsîr lê bûn, hebû. Êsîr ji endamên MÎT'ê, leşker, polîs û xayinên ketin xwîna hevalan pêk dihatin. Ew hemû kuştin."