Li Erdîşê civîna gel hate lidarxistin

Heyeta DBP û KCD’ê civînên xwe yên li Wanê didomîne. Heyet li Erdîşê serdan û hevdîtinên xwe domand.

Di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a ku HDP’ê dabû destpêkirin, heyeta ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî di nav de, hevdîtin û serdanên xwe li Erdîşa Wanê didomîne. Heyet li avahiya HDP’ê ya Erdîşê bi gel re civiya.

Aydenîz di vê civînê de diyar kir ku ligel hemû êrîşên hikumetê gelê Kurd berxwedaneke mezin nîşan daye û pergala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojava ji bo hemû gelên dinyayê dibe mînak. Aydenîz got ku; “Ji ber vê jî li dijî gelê Kurd êrîşên mezin tê kirin. Êrîşên li Rojava hatibû destpêkirin îro li Başûrê Kurdistanê didome. Hikumeta AKP û MHP’ê li ser şaredariyên Kurdan qeyyûm peywirdar kir, saziyên gelê Kurd girt. Ev tişt hemû darbeya siyasî ye.”

Piştî axaftinan heyet çû serdana esnafan.