BI DÎMEN

Li Erdexanê seferberiya dengê 'NA'

Li Erdexanê, xebatên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê dewam dikin. Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Yildirim, tevî rêveberên partiyê serdana gundên navçeya Golanê kir.

Xebatên HDP'ê yên ji bo referandûmê bi berfirehî dewam dikin. Bajarekî din ê ku ev xebat lê bi xurtî dimeşe Erdexan e.

Di vê çarçoveye de Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emîn Yildirim, Parlamenterê HDP'e yê Serdema 25. ê Erdexanê Taşkin Aktaş, endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û rêveberên partiyê gundên navçeya Golanê ziyaret kirin.

Heyeta HDP'ê di çarçoveya vî karî de kargeh û mal ziyaret kir û bi gundiyan re sohbet kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Yildirim diyar kir, tevî hemû astengî û zextan jî wê dengekî xurt ê NA ji Erdexanê bilind bibe.