Li Elmanya kuşt, li Başûrê Kurdistanê hate girtin

Kesekî ku li Elmanya keçeke 14 salî kuştî û reviyayî Başûrê Kurdistanê hate girtin û li sûcê xwe mikur hat.

Kesekî bi navê Alî Başar Cotmeha 2015’an dema ku krîza penaberan zêde bû xwe li Elmanyayê girtibû. Başar tê sûcdakirin ku 22 an jî  23’yê Gulanê keçeke 14 salî ya bi navê Susanna Feldman, li navenda Elmanya Wîebadenê kuştiye.

Başar ê 20 salî daxwaza wî ya îltîcayê 2016’an nehatibû qebûlkirin û 2’yê Hezîranê bi malbata xwe re ji Elmanyayê veqediyabû. Dema ku biryara redkirinê hatibû standin hê cenazeye keçika ku hatibû kuştin nehatibû dîtin. Şertên ku Başar ji Elmanyayê derketî li ser mijara bandora polîsan a li Elmanyayê rê li ber nîqaşan vekiribû.

Polîsên Duhokê ragihand Wezareta Navxwe ya Kurdistanê agahî daye ku malbatek tê herêmê û di nav wan de kesek jê guman tê birin ku kesek kuştiye.

Hate gotin şexs Înê li Zaxo li otêlekê hatiye girtin. Berpirsê polîsên Duhokê Tariq Ehmed ji AFP’ê re axivî û got, ‘’Şexsê ku ji Kurdistanê ye, dema lêpirsînê li xwe mikurt hat ku Elmaniya ciwan kuştiye.’’

Ehmed got, Başar gotiye bi Feldman re heval bûne lê piştî ku li ser mijarekê li hev nekirine û gotiye ew ê bang li polîsan bike ew kuştiye.

Înê yek ji rayedarekî Başûr got ji bo ku Başar were  darizandin di demeke kurt de wê bişînin Elmanyayê.

Mijara dersînorkirinê tê payin ku li Elmanyayê rê li ber nîqaşan veke, çimkî bi meqamên Iraqî re li ser vê babetê ti peymanek tine.