Li Elkê terora cerdevanan

Li navçeya Elkê ya Şirnexê, cerdevan çeka dewletê li dijî gel bi kar tînin û dest datînin ser zeviyên xelkê. Serlêdana şêniyên herêmê ya li saziyên pêwendîdar bêencam ma.

Li navçeya Elkê ya şirnexê ku dema dawî cerdevan terorê li gundan dikin, dest datînin ser zeviyên gundiyan.

Li Elkê terora cerdevanan heye. Gundiyan beriya salekê li hemberî tundiya cerdevanan û desteserkirina zeviyên wan serlêdan kiribûn û bersiva "Ya pêwîst wê bê kirin" ji wan re hatibû dayin.

Cerdevanên ku guh nadin serlêdanan, zexta li ser gel zêde kirin. Cerdevan îsal nahêlin ku gundî biçin nava zeviyên xwe. Cerdevanan bi zora çeka dewletê dest danîne ser heywanên gundiyan û gef komkujiyê li gundiyan dixwin.

Gundiyên ji ANF'ê re axivîn gotin, "Van kesan dest danîne ser zevî û heywanên me. Bi ti awayî hiqûq û maf nas nakin. Bi çeka dewletê daye wan hewl didin gundiyan bitepisînin. Me gelek caran serî li rayedaran dan lê belê encam bi dest nexistin. Ewlehiya me ya jiyanê nemaye. Bi vî rengî dixwazin gundan vala bikin. Tevî êrişên cerdevanan jî em ê xwedî li xaka xwe derkevin."

Gundiyan beriya çar mehan serî li Qeymeqamtiya Elkê dabûn, lê heta niha bersiv ji wan re nehatiye dayin.