Li Elkê 8 kes bi lêdanê hatin destgîrkirin

Li Elkê 8 kes bi lêdanê hatin destgîrkirin.

Yekîneyên Polîsên Tîmên Taybet ên Tirk li navçeya Elkê ya Şirnexê danê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 8 kes bi lêdanê destgîr kirin. Ji kesên hatin destgîrkirin 2 kes li malê nexweş bûn û dihatin dermankirin. Polîsan piştî lêgerîna malan kesên bi navê Agît Dûrmûş, Azîz Aykût, Ramazan Aykût, Şaban Çokdogan, Şukru Guven, Alî Akdag, Ekrem Yîgît û Selîm Abî destgîr kirin. Ji kesên li wan xistin S.Y. yê 17 salî bedena wî reş û şîn bû.

Polîsan di serdegirtina malan de welatiyên nexweşiya pençeşêrê Ramazan û Aziz Aykût jî destgîr kirin. Hate diyarkirin ku Ramazan û Azîz tedawiya kemoterapî dibînin. Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Polîsan a Elkê û sedema destgîrkirina wan nehat zanîn.