Li Efrînê sûcê şer: Herî kêm 5 sivîl hatin revandin

Li Efrînê terora dewleta Tirk a li dijî sivîlan didome. Li Şêrawayê herî kêm 5 kes hatin revandin.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin hêzên dagirker ên dewleta Tirk di 24’ê Tebaxê de girtine ser gundê Girzelê yê Şêrawa û gelek kesên sivîl revandiye.

Hate diyarkirin ji nav kesên hatine revandin, navê van kesan hatiye hînbûn: Ehmed Ibêş Zekeriya (42), Yasmîn Ebdo Îbrahîm, Welîd Cumana Elî (55), Sibihî Cumana Elî (60) û Ehmed Elo Îbîş Elî (58).

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û qadên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kiriye her roj li dijî mirovayetiyê sûcên şer dike. Her roj mirov tên revandin û ji malbatên wan fîdye tê xwestin. Gelek sivîl hatine kuştin û agahî ji gelek sivîlan jî nayê wergirtin.

Di nava hefteyê de li gundê Axcele yê Cindirêsê Xelîl Îbrahîm (21) hate revandin û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Di 24’ê Tebaxê hêzên dewleta Tirk a dagirker girtin ser mala kesekî bi navê Abdullah Hisên Mistefa, êşkence lê kirin û dest danîn ser pereyên wî.

Di 19’ê Tebaxê de jî zarokê bi navê Selwa Ehmed Şaşo (14) yê ji gundê Dargirê yê Mabatayê li kolana Vîlat a Efrînê hate revandin.

Di 18’ê Tebaxê de Mihemed Nûrî Şêxo (50) û Abdurehman Nûrî Şêxo (45) yên ji gundê Çolaqa yê Cindirêsê hatin revandin.

Di 13’ê Tebaxê de Mihemed Qere Bin Mamedî yê ji gundê Xilnêrê yê Şiyê hate revandin, aqûbeta wî ne diyar e.

Di 8’ê Tebaxê de jî Hisên Abdurehman Osman (68), Izet Mihemed Osman (58), Xelîl Izet Osman (23), Mistefa Elûş (46), Osman Mihemed Reşo (65) û Ferîde Ebdo (35) yên ji gundê Çolaqa hatin revandin.