Li Efrînê cenazeyê 2 şervanan hatin veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên bi navê Îmad Şêx Hemo û Henan Mihemed li Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera, veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanên bi navê Îmad Şêx Hemo û Henan Mihemed li Goristana Şehîd Refîq a li navçeya Şera, veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê kom bûn, alên YPG/YPJ′ê, Hêzên Xweparastinê, PYD′ê, TEV-DEM′ê û Hêzên Eşîreyan hildan, cenazeyên têkoşerên bi navên Îmad Şêx Hemo û Henan Mihemed (Zagros Çiya) wergirtin û ber bi goristana Şehîd Refîq a navçeya Şera ve ketin rê.
Li goristanê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Xweparastinê merasîmek leşkerî lidar xistin. Piştre Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantonê Ebdo Îbrahîm axivî û diyar kir ku siyasetên li Bakurê Sûriyeyê têne meşandin bi hev nakin û wiha domand: ″Her aliyek dixwaze desthilatdariya xwe li ser herêmê ferz bike. Hêzên Xweparasinê û YPG/YPJ′ê her dem amade ne ku bersiva êrîşên dijmin bidin.″
Îbrahîm her wiha anî ziman ku projeya Federaliya Demokratîk çareseriya herî guncaw a aloziya Sûriyeyê ye.
Piştre nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên şervanan di nav tîlîliyên dayîkan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.