Li Ebû Qelqelê tank hate îmhakirin, bi dehan dagirker hatin kuştin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku li bajarokê Ebû Qelqelê wesayiteke zirxî ya bi tîpa BMB û tankek îmha kirin. Hate ragihandin ku di şer de bi dehan çeteyên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê berxwedana li hember êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de, daxuyaniyek weşand û ev agahî dan: 

"Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku bersiva êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li eniyê gundên Aştana û Mistaha yên li başûrê bajarê Minbicê da, êriş têk birin û çete qewitandin.

Hêzên me li eniya bajarokê Ebû Qelqelê jî bersiva êrişên çeteyan da. Li derdora gundê Elûş panzêreke BMB û tankek teqandin. Di şer û pevçûnan de bi dehan çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li başûr û rojhilatê Minbicê şer dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên biçek û obîsan herêmê bombebaran dike."