Li Donbassê şer dest pê kir

Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy ragihand ku Rûsyayê li rojhilatê Ûkraynayê dest bi êrişê kiriye.

Zelenskiy di daxuyaniya xwe de got, "Em dikarin bêjin şerê Donbassê dest pê kiriye ku Rûsyayê demeke dirêj amadekarî jê re dikir."

Zelenskiy got, "Ne girîng e bê çend leşker anîne, em ê şer bikin. Em ê xwe biparêzin."

Waliyê Ûkraynayî yê li herêma Lûhanskê Sergiy Gayde li ser Facebookê bi daxuyaniyekê got, "Ev der mîna dojehê ye. Êrişa ku bi hefteyan e qalê tê kirin, dest pê kir."

Li rohilat êrişeke berfireh hate destpêkirin. Li rojavayê Ûkraynayê jî şer dewam dike.

Rûsyayê her wiha bombe li duyemîn bajarê herî mezin ê Ûkraynayê Harkîv û Lvîvê barand.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xelata "lehengiya rûmetî" da wê tûgayê ku bi komkujiya li Bûçayê tê sûcdarkirin.

Di vê navberê de Zelenskiy spasiya Yekîtiya Ewropayê kir û diyar kir ku ew hêvî dike ku welatê wî di hefteyên pêş de bibe namzetê Yekîtiya Ewropayê.

Beşek ji Donbassê di bin kontrola hêzên alîgirên Rûsyayê de ye. Li vê herêmê komarên gel ên Luhansk û Donetsk bi awayekî yekalî hatin îlankirin.