Li dijî sûcên şer kampanyaya bi navenda Silêmaniyê

Komîteya Tomarkirina Sûcên Qirkirinê yên li ser Kurdan li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk ên li Rojava bi navenda Silêmaniyê kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Gelek aktivîst û hiqûqnas jî tevlî kampanyaya îmzeyan a li Başûrê Kurdistanê bûn. 11'ê Mijdarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê kampanya hatibû ragihandin. Kampanyaya bi navenda  Silêmaniyê hem li Başûrê Kurdistanê û hem jî li Federasyona Bakur-Rojhilatê Sûriyê tê rêvebirin.

Îmzeya pêşî ya kampanyayê 20'ê Mijdarê li Qamişlo zarokekî 7 salî dabû. Ji ber êrîşa dewleta Tirk lingê zaroka bi navê Sara jêbûbû.

HEDEF 100 HEZAR ÎMZE YE

Komîteyê serdana koçberên Rojavayî yên li Kampa Barikê ya li Silêmanî kir, ku koçberên Rojava ji ber êrîşên dagirkeriya qirker a dewlta Tirk ji bêgavî koç kiribûn. Tê payin ku Komîte xebatên xwe li Duhokê û Hewlêrê jî bidomîne.

Hedefa kampanyayê ew e ku 100 hezar îmze werin tomarkirin û îmzeyan bidin dadgeha cezayê ya navnetewî. Her wiha hate diyarkirin kopyayên îmzeyan wê ji gelek lîderên welatan re jî werin şandin.