Li dijî Omer Kûlpû yê HDP'yî êriş pêkhat

Kes an jî kesên ku Hevserokê berê yê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê Omer Kûlpû bi wesayiteke dizî şopandin, li wesayîta wî qelibîn û reviyan. Kûlpû bal kişande ser bûyerên revandinê yên di salên 90'î de û destnîşan kir ku ew ê serî netewînin.

Êrişkarên ku wesayîta Hevserokê berê yê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Omer Kûlpû şopadin û bi zanebûn li wesayîta wî xistin, reviyan.

Kûlpû derbarê bûyera qewimî de axivî û diyar kir ku ji avahiya HDP'ê ya Êlihê heta Taxa Petrolê bi wesayîtekê tê şopandin. Kûlpû anî ziman ku piştî ferq kiriye ku li taxê hatiye şopandin, li cihekî yê taxê ji wesayîtê peya bûye û ber bi wesayîta li pey xwe ve çûye û ji wan re gotiye, “Dema ku ji bo bipirsim bê ka hûn çima min dişopînin, wesayîta xwe ajotin ser min û li wesayîta min xistin û reviyan. Piştî saet û nîvekê li ser bûyerê derbas bû polîs hatin. Polîsan got plaqeya wesayîta ku li wesayîta min qelibî ya traktorekê ye. Paşê jî ji min re gotin ku ew malê diziyê ye. Polîsan piştre nîşe girtin û çûn.”

Kûlpû bal kişande ser revandinên salên 90'î û got, “Êrîşên bi vî rengî polîtîkaya tirsandinê ya li dijî têkoşîna me ye. Em ê li hemberî van êrîşan serî netewînin.”