Li dijî Hewlêrê êrîşa bi mûşekan

Li herêma navbera sînorê bajarokên Kewirgosk û Rizgarî yên Hewlêrê bi mûşekên Katyûşa êrîş pêk hat.

Li Başûrê Kurdistanê ku di navenda aloziyên herêmê de ye, hat diyarkirin ku vê carê herêma di navbera sînorên bajarokên Kewirgosk û Rizgarî yên Hewlêrê de bi 3 mûşekên katyûşa êrîş hatiye kirin.

Niştecihên  herêmê diyar kirin ku mûşek li nêzîkî parzûngeha petrolê ketin û yek jî li bîrka avê ya li Topzawa ket.

Heta niha ji aliyê rayedaran ve der barê êrîşê de tu daxuyanî ne hatiye dayîn. Her wiha heta niha tu kesê êrîş negirtiye li ser xwe.

Li aliyê din jî hate ragihandin ku bi mûşekan êrîşî Baregeha Zelkan a ku leşkerên Tirk ên li rojavayê Mûsilê lê ne hatine kirin. Bi vê êrîşê ve di nava hefteyekê de du êrîş li Baregeha Zelkan hate kirin.

Artêşa Tirk a dagirker ku bi salan e li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, di nava hefteyekê de 2 caran bûne hedef. Lê belê hêzên Şîe yên alîgirên Îranê timî daxwaza vekişîna artêşa Tirkiyê ji axa Iraqê dikin.