Li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşa hewayî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên hewayî yên ku artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne, agahî dan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrîşên hewayî yên ku artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîne, agahî dan.
HPG’ê da xuyakirin ku balafirên şer ên Tirk, 6’ê Çileyê saet 18.00-21.00’an qûntarên girê Cigerxwîn, gundên Bokrîskan, Zergelê, Dûava û qadên Karoxê yên girêdayî herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“4’ê Çileyê saet 19.00-19.30’an balafirên şer dora ava Zapê ya li herêma Zapê bombe kirin.
Di van bomberdûmanan de rezên li bejahiyan û dora gundan zirar dîtine. Nûçeyên ku ji hêla medyaya şerê taybet tê serwîskirin û dibêje gelek nuqte hatine rûxandin, nûçeyên derew in, rastiyan nîşan nadin.”