Li dijî êşkenceyê wekîl û parêzer li Îdir û Agiriyê bûn

Wekîlên HDP’ê û nûnerên ÎHD û OHD’ê têkildarê êşkenceya li girtîgehan li Îdir û Agiriyê bûn.

Şandeyeke ku ji endamên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk dihat, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li Agirî û Îdirê çendek hevdîtin kirin. Di vê çarçoveyê de şande ji destpêkê çû serdana Baroya Îdirê. Şandeya ku ji parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Habîp Eksîk, Abdullah Koç, Fatma Kurtulan, Huseyîn Kaçmaz û Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê parêzer Cahît Ertan û Sertaç Çelîkkalelî pêk dihat, ji hêla Serokê Baroya Îdirê Serkan Alakan ve hate pêşwazîkirin. Civîn, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Piştî civînê jî şande çû serdana Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku di van demên dawî de bi mirinan di rojevê de ye.

Şandeyê qederê saetekê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir. Piştre jî ber bi Agiriyê ve kete rê. Li Agiriyê jî şande çû serdana baroya bajêr. Şande ji hêla Serokê Baroya Agiriyê Mehmet Salih Aydin û endamên lijneya rêveber ve hate pêşwazîkirin. Civîna li vir jî ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Hat zanîn ku di civînê de beşdaran bal kişandin ser binpêkirin û mirinên biguman ên demên dawî de.

Şande piştî hevdîtina bi Baroya Agiriyê re çû serdana Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku ev demekî dirêje ji ber binpêkirinên mafan girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirine. Tê payîn ku şande wê sibe li Wanê çendek hevdîtinan bike û piştre derheqê serdanên xwe de daxuyaniyekê parve bike.