BI DÎMEN

Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Rizgariyê 30 şitil hatin çandin

Çalakvanên Germiyanê li hemberî dagirkerî û qirkirina jîngehê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê kirin şitil çandin û gotin: “Em li hemberî xerabkirina jîngeha Kurdistanê şitilan diçînin û xwedî li jîngeha Kurdistanê derdikevin.”

Çalakvanên Germiyanê îro li bajarokê Rizgariyê yê navçeya Kelarê, li dijî dagirkerî û qirkirina dewleta Tirk a dagirker ku li ser axa başûrê Kurdistanê pêk tîne, şitil çandin.

Piştî çandina şitilan ji aliyê Goran Rehîm ve daxuyaniya çalakvanên Germiyanê hate xwendin û wiha hate gotin:

‘DAGIRKER JÎNGEH Û XWEZAYA KURDISTANÊ XERAB DIKIN’

“Goran Rehîm wiha got: “Dagirker jîngeh û xwezaya Kurdistanê xerab dikin, em jî jîngeha xwe zindî dikin. Wekî ku tê zanîn, dagirkerên Kurdistanê dema ku êrîşî ser axa Kurdistanê dikin, yek ji armancên wan qirêjkirin û xerabkirina jîngeha Kurdistanê ye. Armanca xerabkirina jîngeha me ew e ku wê bike herêmeke leşkerî. Di vê dagirkerî û xerabkirina jîngeha Kurdistanê de, para şêr ber rejîma Tirk a dagirker ketiye. Belgeya vê yekê jî ew e ku li her sê perçeyên dagirkirî yên Kurdistanê, li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê, dewleta Tirk zeytûnên Efrînê û darên Behdînanê dibire.

Di êrîşên Tirkiyeyê de ku di 15/6/2024’an de li herêma Behdînanê dest pê kirine, ji bilî derbaskirina 7 kîlometreyan a axa Herêma Kurdistanê û danîna 7 baregehên leşkerî û koçberbûna sedan malbatan, artêşa Tirk a dagirker hemû rez û zeviyên çandiniyê û çavkaniyên avê xerab kirine, ev yek jinavbirina jîngeha Kurdistanê ye.”

Goran Rehîm her wiha ev tişt anîn ziman: “Îro ku me dest bi lidarxistina kampanyaya çandina şitilan kiriye, rastî dehemîn salvegera komkujiya Şengalê tê ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li ser Kurdên Êzidî pêk hat û bi hezaran kesan canê xwe ji dest da, bi hezaran jin kirin cêrî û li bazarên Mûsil û Reqayê hatin firotin, bi hezaran malbat jî koçber bûn.”