'Li dijî dagirkeriya li Başûr helwesteke neteweyî divê'

Yek ji welatparez û niştecihên Başûrê Kurdistanê Ebubekir Seyda dide diyar kirin ku dagirkirina axa Heftenînê ne rewa ye û li dijî vê yekê banga helwesteke neteweyî kir.

Yek ji welatparêz û niştecihê Başûrê Kurdistanê Ebubekir Seyda ku ji Gundê Bankayê ye diyar kir ku gerîlayên PKK'ê destketiyên Başûrê Kurdistanê diparêze û got, "Gerîla bi şev û roj li hember dagirkeriya artêşa Tirk berxwedaneke bi wate û dîrokî dike. Gerîla di nav hemî şert û zûrifan de bergiriyê li dijî kuştin, dagirkirin û qirikirinê dike. Divê her kes li dijî vê dagirkeriyê helwesta xwe zelal bike. Dewleta Tirk bi êrîşên xwe qirkirina Kurdan rewa dike, sivîlan qetil dike. Di vê dagirkirinê de yek armanc heye; dewleta Osmaniyan, dixwaze axa Başûrê Kurdistanê,dagir bike, li ser heremê serweriya xwe berfireh bike. Dewleta Tirk her sal cih û gundên me topbaran dike. Ji ber êrişan, sewalên me telef dibin û tên kuştin, ti zirar û ziyana gerîlayan li me nebûye. Dewleta Tirk her tim hewl dide xwe li ser axa Başûr mayinde bike û Kurdan bide koçberkirin. Em li ser vê axê mezin bûne, bav û kalên me bi salane li ser vê axê dijîn."

'MESELE DAGIRKERÎ Û KUŞTINA KURDAN E'

Welatparêzê Kurd ku 30 sal in li herema Berwarî dijî, bi berdewamî wiha pê de diçe: "Heger gelê Başûrê Kurdistanê piştevaniya gerîlayên PKK’ê bike, ne mimkun e ku artêşa Tirk û bi rihetî axa Başûr Kurdistanê binpê bike û bikaribe dagir bike. Gerîlayên PKK'ê çawa li ber xwe didin, çawa naxwazin artêşa Tirk bikeve Başûrê Kurdistanê divê pêşmerge û hikumeta herêmî jî helwesta xwe nîşan bide. Divê ti partiyên siyasi û hêzên Kurdî vê dagirkirinê qebul neke.

Divê Kurd nakokiyên xwe û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di hedefa dewleta Tirk de qirkirina Kurdan heye. Heger hêzên Kurdî di nav xwe de hevgirtineke xurt çêbikin, wê pilangeriya li ser axa Başûrê Kurdistanê bê pûçkirin. Mirov li her deverê dinyayê dibîne û ti dewlet bi qasê dewleta Tirk kuştin û qirkirina mirovan pêknayne. Heger gerîlayên PKK’ê li hember dewleta Tirk nesekine, bêguman wê destketiyên Kurdan ji dest biçin. Eger gerîla parazvanê Kurdistane nebe, çima li Heftenînê û li Başûrê Kurdistanê têdikoşin. Ti hêz wek gerîlayên PKK’ê ne parazvanê civaka xwe ye. Di nava vî şer û berxwedanê de dû tişt hene. Ya yekemîn; Dewleta Tirk, hêza PKK’ê ji xwe re wek astengiyekê dibîne. Ya dûyemin jî, mesele dagirkerî û kuştina Kurdan e."

'HEWLWESTEKE NETEWEYÎ LAZIM E'

Ebûbekir Seyda di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir: Kurd di her wextê de meseleya neteweyî gotubêj dikin. Yekitiya neteweyî di nav Kurdan de girîngiyeke xwe heye. Niha, Kurd di nav krîz û qeyranê de nakokiyên xwe çareser nekin, wê kengî çareser bikin. Heke helwesta Kurdan li hember dagirker û li hember qirkeran xurt bibe, wê li ser axa Başûrê Kurdistanê zêdegavî çênebin. Niha tişta dewleta Tirk dike, zêdegavî û nijadperestî ye. Di vê demê de û ji Kurdan re yek tişt lazim e; Kurd rojek zûtir yekîtiya xwe çêbikin, di qada navneteweyî de bi helwesteke neteweyî rabin."