Li Dihê, Rewşa Awarte ya di nava Rewşa Awarte de hate dirêjkirin
Dema pêkanîna "herêma ewlekariyê ya taybet" ku li hin herêmên navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye ragihandin, bi 15 rojan hate dirêjkirin.
Dema pêkanîna "herêma ewlekariyê ya taybet" ku li hin herêmên navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye ragihandin, bi 15 rojan hate dirêjkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Sêrtê de hat gotin, qada Kelûsta Tepe ya li rojhilatê Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Dagdoşu ya navçeya Dihê û qada Helîz Deresî ya li bakurê Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Baggoze weke herêma ewlekariya taybet a demkî hatiye ragihandin û ev pêkanîn ji bo 15 rojan hatiye dirêjkirin.
Pêkanînên Rewşa Awarte û dorpêçiya li hin gundên Dihê, bi mehan e dewam dike.