Li Dersimê rewşa dawî: li 18 herêman şewat didome!

Li Dersimê û navçeyên w êli 18 herêman şewat didome.

Li Dersimê şewata daristanan ku dewleta Tirk di nav çarçoweya qirkirinê de derdixîne, li 18 herêmên navçeyên bi ser navendê ve, li Ovacik, Xozat, Pulumur û Nazimiyê didome. Helwesta gelê van navçeyan a li dijî şewatê zêde dibe. Li gel ku ev heftiyeke şewat didome jî dema ku ti mudaxele li şewatê nehate kirin beriya bi çen rojan komeke ku ji 50 kesî pêk hatî çû herêma Kutuderesî ya bi ser navendê ve û hewl da ku şewatê bitefîne. Lê dewleta Tirk ev kom asteng kir.

HERÊMÊN ŞEWATÊ

Navên herêmên ku şewat lê didome na jî ziyan dîtine wiha ne:

*Navçeya Ovacikê: Gundê Yaylagunu, daristanên Sepkan û gundê Kozluca.

Gundên bi ser navend Dersimê ve: Gundê Saritaş, Geyiksu, Kutudere, Roj Deresî, Balî Deresî.

*Navçeya Xozatê: Herêma Amûtkan, gundê Çakmakli û Dere.

Navçeya Çemîşgezekê: Çemê Ekerekê.

Navçeya Pulumurê: Gundên Kizilmecît, Kirmizi Kopru, Dereboyu, Uzuntarla.

Navçeya Nazîmiyê: Gundên Dogantaş û Ramadanê.

Bi taybetî jî li herêmên Geyîksu, Roj Deresî û Dogantaşê şewat gur dibe.

LI LICÊ GUNDIYAN VEMIRAND

Li Licê ya Amedê, li bejahiya gundê Dêrxûstê helîkoptêrên bi tîpa kobrayê gule reşandibûn, di encamê de şewat derketibû. Diyar bû ku gundiyan şewat vemirandine.