Li Dêrsimê qedexe hate protestokirin

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ‘qedeeya çalakiyan’ a ku 8 meh in didome, protesto kirin. Ligel ku polîsan êrîş kir jî meş hate kirin û daxuyanî hate dayîn.

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li dijî biryara walîtiyê ya ku diyar kiribû ‘çalakiyên li bajêr hatine’ qedexekirin a ku 8 meh in didome, li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Dema daxuyanî dihate dayîn polîsan êrîş kir. Girse bi slooganan heta pêşiya Navenda Kar a Şaredariyê meşiyan û li vir daxuyanî dan.
Xidir Yildiz li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê axivî, bal kişand ser berxwedana xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Bogazîçiyê.
Yildiz diyar kir ku li Dêrsim û Wanê li ser navê tevdîrê kirinên Rewşa Awarte didome û li bajêr hemû çalakî hatine qedexekirin. Yildiz xala 10 û 11 a Peymannameya Mafên Mirovan a Ewropayê bi bîr xist û got, “Di gelek cihan de hatiye diyarkirin ku meş û xwepêşandan di civakên demokratîk de yek ji mafên bingehîn e.”
Yildiz diyar kir ku ji desthilatdarî û alîgirên wan re her cure kongre, afîş, pankart û çalakî serbest in û got, “Li dijî bêdengkirina mûxalefeta civakî em ê li hemberî van qedexeyan bêdeng nemînin. Em wekî berê îro jî li dijî kirinên li dijî hiqûqê ne.”