Li Taxa Ataturkê ya Dêrsimê hosteyekî bi navê Huseyîn Polat xebatkar û jin tacîz kiribû. Endamên Platforma Jinan a Dêrsimê jî ji bo protestokirina vê tacîzê xwestibûn di 6’ê Mijdarê de daxuyaniyekê bidin lê ev daxuyanî ji aliyê polîsan ve hatibû astengkirin.
Destûr nehatibû dayin ku 15 jin bimeşin û bi hinceta ku li gorî mesafeya fîzîkî tevnegeriyane, 3 hezar û 150 lîra ceza li wan hatibû birîn.
Piştî cezayê pere, Serdozgeriya Komarê ya bajêr derbarê 15 jinan bi hinceta ‘li dijî polîsan rabûne’ û ‘qedexeya çalakiyan a walîtiyê binpê kirin’ lêpirsîn li wan vekir. Midûriyeta Emniyetê ya bajêr telefonî jinan kir û xwest bila werin îfadeyê bidin.