Li Dersimê îşkenceya polîsan

Ciwanê bi navê Dogûkan Gul duh bi şev bi hevalên xwe re ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin. Hate zanîn ku Gul li midûryeta polîsan hatiye derbkirin û îşkencekirin.

Ciwanê bi navê Dogûkan Gul ê duh bi şev li taxa Ataturk a Dersimê ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin, li midûryeta polîsan hat derbkirin û îşkencekirin. Dogûkan Gul ê ku  ji aliyê polîsan ve hate îşkencekirin, bi rapora derbê ya girtî serlêdana sûç kir.

Gul, der barê bûyerê de wiha got: “Duh êvarê di saet 12.00‘an de em li ser rê dimeşiyan. Me dengê çekan bihîst û em tirsiyan. Me bi lez dest bi meşê kir. Û polîsan em bi zorê li wesayîtê siwar kirin û em birin qereqolê. Dema ez ketim qereqolê hemû polîsan êrîşî min kirin. Sê kêliyan li min xistin. Dema ku ez birim menzelek din jî bi heman awayî li min xistin. Heta sibê ez destgîrkirî hiştim. Piştî lêdanê ez li ser hişê xwe çûm û min xwe li erdê dît. Piştî vê yekê pê hesiyan ku tu eleqeya min bi bûyerê re nîne û ji min xwestin ku ez gilî nekim.”

Gul anî ziman ku îfadeya wî bi 3 hevalên wî yên ku serê sibê di saet 08.00'an de hatin destgîrkirin, hatiye girtin û got ku piştre ji bo kontrola tenduristiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê. Gulê ku li nexweşxaneyê îxbara êrîşa li ser wî hat kirin, diyar kir ku ew çû Serdozgeriya Komarê ya Tunceliyê û der barê polêsên ku li wî derb kirine de serlêdana sûc kir.

Li aliyê din jî bavê Gul, Huseyîn Gul jî diyar kir ku wan dîmenên li ser rê û qereqolê ji polîsan xwestine, lê polîsan îdia kir ku kamera xirabûyîne.