Li Dersimê cigirê Hevşaredar Tûnç ji erkê hate girtin

Cigirê Hevşaredarê Dersimê Huseyîn Tûnç ji aliyê qeyûm ve ji wezîfeyê hate girtin. Bi vî awayî li Dersimê kesên ku hatine hilbijartin li ser kar neman.

Piştî Hevşaredarên Şaredariya Dersimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat hatin girtin, li şûn wî Walî Olgûn Oner wek qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Oner, cigirê hevşaredar Huseyîn Tûnç ê ew tenê li ser peywirê mabû jî, ji peywirê girt. Bi dûrxistina ji peywirê ya Tûnç re, li Şaredariyê tu bijarteyên ji aliyê gel hatibûn hilbijartin neman. 

Tê payîn ku Husyîn Tûnç ê namzetê Demokratîk Guçbîrlîgî ji EMEP'ê di hilbijartina Adara 2014'an de weke cigirê Serokê Şaredariyê hate hilbijatin, sibehê saet 12:00 têkildarî mijarê daxuyaniya çapemeniyê bide.