Li Dêrsim û Erziromê êrişên dagirker hatin protestokirin

Li Dêrsim û Erziromê êrişên dagirker ên dewleta Tirk hate protestokirin

DÊRSIM 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li Kuçeya Hunerê daxuyanî da û şerê li ser axa Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Hevserokê HDP’a Dêrsimê Ferhat Yildiz beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku îktidara AKP’ê carek din welat kişand nava şer û ew ê jî li dijî şer aştiyê biparêzin. 

Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz li ser navê Platformê daxuyanî xwend û anî ziman ku êrişên li dijî axa Başûrê Kurdistanê tên kirin li dijî destkeftiyên gelê Kurd in û wê gelê Kurd di vî şerî de dê bi ser bikeve û dê ew ê her tim li dijî şer têbikoşin. 

ERZIROM 

Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Erziromê jî li ber avahiya daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî şer da. Hevserokê HDP’a Erziromê Muammer Duman daxuyanî xwend û anî ziman ku hemû aborî û çavkaniya welat ji bo polîtîkayên şer ên AKP’ê tên xerckirin. Duman destnîşan kir ku di bingeha hemû krîzan de pirsgirêka Kurd heye û ev îktidara AKP’ê ya ku şer bi rê ve dibe, nijadperestiyê dike di nava hesabek şaş û xapandinekê de ye. Duman got AKP ku daxwazên gel nabîne wê di hilbijartinê de hesab bide gel.