Li Dersîm û Colemêrgê 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şer û çalakiyên li Dersim, Colemêrg û Sêrtê daxuayî da. HPG’ê ragihand ku li Dersimê 8 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê dayî, li Dersimê 8 leşkerên Tirk hatine kuştin, 2 gerîla jiyana xwe ji dest daye, dîsa li Sêrtê 2 leşker hatine kuştin û li Sêrtê jî 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

31’ê Adarê artêşa Tirk a dagirker li devera Gojderê ya Dersimê bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên kobra dest bi operasyonekê kiriye. Artêşa Tirk a li deverên Şehîd Tekîn, Şehîd Ferhat, Hûngûrvan, Girê Tevneşê û Mirik leşker dan, li herêmê dest bi lêgerînê kiriye.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Roza Dersim û Şehîd Ozan a li Dersimê dayî destpêkirin de, 31’ê Adarê 2 yekîneyên artêşa Tirk dema derketin operasyonê kirin di bin kontrolê de û li dijî van yekîneyan çalakî lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayek bandor hêzên me lêxistin de, bi qasî hate zelalkirin 8 leşker hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hevrêya me Rozerîn dema di şer de birîndar dibe, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe li ser xwe diteqîne û şehîd dibe. Dîsa di navbera hêzên em û yekîneyên dijmin ên li bejahiyê de şer derket. Di vî şerî de 2 hevrêyên me bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Dîsa saet 17’an de yekîneyên operasyonê bi qismî ji herêmê vekişiyane. 1’ê Nîsanê hêzên dijmin li devera Tevneşê leşker danî. Operasyon 3’yê nîsanê bê ku encamek bigire vekişiyaye.

Dema ku nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne zelal bûn, em ê bi raya giştî re parve bikin.

ÇELÊ- COLEMÊRG

Hêzên me 6’ê Nîsanê, li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Girê Şûndirê yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.

SÊRT

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Besta ya li Herêma Botanê de 30’ê Adarê li derdorî gundê Girdara yê girêdayî devera Çiyayêreş ê Sêrtê li dijî yekîneyên artêşa Tirk çalakiyek lidar xistiye. Di vê çalakiya hêzên dijmin derbên giran xwarin de, artêşa TC’ê li herêmê dest bi operasyonekê kirin. 31’ê Adarê saet 15:00’an di navbera hêzên me û yekîneyên dijmin de şerekî dijwar qewimî. Di vî şerê gelek leşkerên dijmin hatin kuştin de hevrêyên me yên bi navê Havîn,Erdal û Bager bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameyên hevrêyêm me wiha ne:

 

Nasnav: Bager Bahoz
Nav û Paşnav: Hasan Atak
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Nafiye - Suleyman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt/ 31’ê Adara 2018

***

Nasnav: Erdal Dizeyî
Nav û Paşnav: Emocan Çîftçî
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik û Bav: Nîhal - Lokman
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrt/ 31’ê Adara 2018

***

Nasnav: Havîn Gundikremo
Nav û Paşnav: Emîne Gungen
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik û Bav: Mevlude - Selîm
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: 31 Mart 2018 / Siirt