Li Dersim, Mêrdîn û Edeneyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a 73’yemîn li Dersim, Mêrdîn û Edeneyê şitilên darên zeytûnan hatin danîn.

Li Dersim, Mêrdîn û Edeneyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

DERSIM

Nîştecihên Dersimê li geliyê Mûnzûrê hatin ba hev û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û timî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axaftin hatinkirin.

Di dawiya pîrozbahiyê de govend hate gerandin.

EDENE

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirin re ya Akdenîzê (AYKAY-DER) Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER), Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Seyhanê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê û endamên Navenda Çanda Binevşê li Edeneye bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan a 73’yemîn şitil danîn.

Li baxçeyekî li Taxa Yenîdam a navçeya Seyhan a Edeneyê, şitilên darên zeytûnan hatin danîn. Dema şitil danînê de dirûşmeyên “Rojbûna te pîroz be Serokê me” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan di pêşengtiya Rêxistina HDP’a Navçeyê li navçeya Artûklûyê şitil hatin danîn. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî tevlî bernameyê bû. Dema şitil hatin danîn çepik hatin lêxistin û hat hêvîkirin ku şitilên ku mezin bin, bibin wesîleya aştiyê.