DÊRIK
Bi hezaran welatiyên bajarê Dêrikê, Girkê Legê û gundewarên wê, 7 cangoriyên azadiyê Hêlên Şivîşoxlî (Bermal Şevîn), Pakîze Çîçek (Arvîn Argeş Mezlûm), Newroz Hesen (Siyal Cûdî), Fatma Aktaş(Arîn Mîrkan), Tîfon Oson (Çiyazan Amed), Îbrahîm Dayan (Demhat Tîrêj) û Ehmed Torxay (Rojhat Ronî), ji nexweşxaneya bajarê Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Di merasîma oxirkirinê de, Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federal Hediye Yûsif, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî, amade bûn.
Li goristanê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandara YPG′ê Rehîme Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha got: ″Van cangoriyan ji bo azadiya gelê xwe û rizgarkirina axa welatê xwe, li dijî terorê şerekî bêhempa dane meşandin, serkeftinên mezin bidest xistin û canê xwe feda kirin. Em soza şopandina rêya wan didin.″
Piştre nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin
QAMIŞLO
Bi sedan welatiyên bajarên Qamişlo û Til Hemîsê cenazeyên du şervanên YPJ′ê Rûken Mihemed (Şêrîn Qamişlo) û Zehra Mihemed Xelef (Bêrîtan Çiya) ên ku di Pêngava Xezeba Firatê de li gundê Sefsafa jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo, veşartin.
Di merasîma oxirkirinê de, nûnerên Rêveberiya Xweser, Saziyên Sivîl û şervanên YPG/YPJ′ê, amade bûn.
Merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî destpê kir. Piştre Endama Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Xecê Ebas û Fermandara YPJ′ê Evîndar Deniz axivîn, sersaxî ji malbatên herdu cangoriyan re xwestin û diyar kir ku di şoreşa Rojava de, jinê têkoşîneke mezin da meşandin û îsbat kir ku jina azad dikare civakê birêve bibe.
Her wiha soza şopandina rêya herdu cangoriyan û rizgarkirina jinan ji zulm û koletiyê, hat dayîn.
Bi navê Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Elî jî axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û wiha domand: ″Divê em bi yek destî li dijî tarîtiyê şer bikin, da roja azadiyê li welatê me hilê.″
Piştre nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin oxirkirin.
GIRÊ SPÎ
Bi sedan welatiyên bajarê Girê Spî jî, cenazeyê şervanê QSD′ê Ebûd Îsa di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Di merasîma oxirkirinê de, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a bajêr, nûnerên TEV-DEM′ê û Saziyên Sivîl, amade bûn û alên TEV-DEM′ê, YPG/YPJ/QSD′ê, Tevgera Ciwanên Demokratîk û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hildan.
Li goristanê bi deqeyek rêzgitinê merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Piştre bi navê TEV-DEM′ê Kedîm Ibrahîm axivî, sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û got ku cangoriyên azadiyê ji bo parastina welatê xwe û rizgarkirina herêmên xwe, canê xwe feda kirin.
Piştre jî Hevserokê Rêveberiya Xweser a bajêr Hemdan El-Ebid axivî û got ku şervanên azadiyê di şerê li dijî terorê de, serkeftinên mezin bi dest xistin.
Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê hate veşartin.