Li Daqûqê teqîn û êrîş
Li Başûrê Kurdistanê, li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê teqînek çêbû û 2 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin. Êrîşa bombeyî birimn ser mala rêveberê YNK'ê yê li navçeyê Idrîs Hecî.
Li Başûrê Kurdistanê, li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê teqînek çêbû û 2 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin. Êrîşa bombeyî birimn ser mala rêveberê YNK'ê yê li navçeyê Idrîs Hecî.
Şevê dî saet 21.55'an li nêzî Goristana Zeynel Ebidî, dema ku bisiklêteke Heşdî Şebî derbas dibû teqînek çêbû.
Di encama teqînê de 2 endamên Heşdî Şebî hatin kuştin.
ÊRÎŞA SER MALA HECÎ YÊ YNK'YÎ
Her wiha şevê de bombe avêtin mala Berpirsê Rêxistina YNK'ê yê Daqûqê.
Di êrîşê de kesek nemir, lê ziyana madî giha malê.