Li Daquqê 9 kesên jiyana xwe ji dest dayî hatin veşartin

Piştî êrîşa DAÎŞ’ê ya bi hewanan, gundiyên ku ji gundê xwe ber bi Daquqê ve bi rê ketî, rastî êrîşa gulebaran polîsên federal ên Iraqê hatin û ji heman malbatê 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Her 9 kesên hatî kuştin hatin veşartin.

Çeteyên DAÎŞ'ê bi hewanan êrîşî gundê Dara yê navçeya Daquq a Kerkûkê kir. Di êrîşê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes ji birîndar bûn. Piştî bûyerê malbateke ku ji gund direviya, ji hêla polîsên Iraqê ve hate gulebarankirin û li cihê bûyerê 8 kesan jiyana xwe ji dest da û li nexweşxaneyê jî yekê jiyana xwe ji dest da. Her wiha efserekî polîsan jî hate kuştin.

Şevê din saetên dereng çeteyên DAÎŞ'ê gundê Dara yê ser bi navçeya Daquq a Kerkûkê bombe kirin. Di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Lê dema ku malbatek ji gund derket, polîsên Iraqê malbat gulebaran kir û di encamê de 8 li cihê bûyerê, kesek jî li nexweşxaneyê bi giştî neh kesan jiyana xwe ji dest dan.

Tê gotin ku wesayîta ji gund vedigeriya Daquqê, li nêzî nuqteya Polîsên Federal hatiye gulebarankirin. Di serî de dihate gotin, ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye gulebaran kirin, lê niha tê îdiakirin ku ji aliyê hêzên Iraqê ve hatiye gulebarankirin. Lê, heta niha ti kesî bûyer negirtiye ser xwe.

 EFSEREK HATE KUŞTIN

Piştî birîndar û cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirin nexweşxaneya Daquqê, di navbera Polîsên Nehiştina Tewan ên Daquq û Polîsên Federal de devjenî çêbû û ji ber vê sedemê efserek polîsan ji aliyê endamekî polîsên federal ve hate kuştin. Vê yekê jî guman zêde kirin ku gulebarankirina sivîlan ji aliyê polîsên federal ve pêk hatibe.

LI HERÊMÊ TEVGERA DAÎŞ'Ê

Li gorî agahiyên qaymeqamê Daquqê Celîl Îbrahîm desteyek ji Bexdayê ji bo lêkolînkirina bûyerê hatiye Kerkûkê û got; "Em, polîsên federal ji ber bûyerê xemsar dibînin. Lewma me daxwaz kiriye ew hêz ji herêmê derkeve. Artêşa Iraqê li şûna wan bi cih bibe. Ev ne tenê daxwaza me ye. Daxwaza xelkê herêmê ye. Bi eşkere jî dibêjin, tevgera çeteyên DAÎŞ'ê li herêmê heye. Kiryarên leşkerî dikin."

Celîl Îbrahîm eşkere kir ku di her sê bûyerên îro de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes ji birîndar bûn.