Li dadgehê jî û di bin çav de jî êşkence!

Girtiyên ji Doza Sûrê ku li dadgehê li wan xistin, agahî hate bidestxistin ku di bin çav de jî êşkence li wan hatiye kirin.

Derkete holê di rûniştina dadgehê ya duh de ku 32 jê girtî 40 kesê sivîl ku di dema êrîşên qirker ên Sûrê de asê mabûn û doz li wan hatibû vekirin, ji ber sedema ku helwest li dijî sînordarkirina mafê xweparastinê kirine, li wan xistine û şevê dî ew rakirine nexweşxaneyê. Girtî îro anîn edlîyeyê lê nehiştin ku werin dadgehê.

TIŞTÊN KU BI SERÊ WAN HATÎ VEGOT

Di rûniştina Dadgeha Cizayê Giran ê 5. a Amedê de Dilşad Şengul ku bi Kurdî parastina xwe kir, ji ber ku li dijî sînordarkirina mafê xwe nerazîbûna xwe diyar kir ew ji salonê hatin derxistin, piştî ku girtî jî li divî vê derketin li wan xistin, bi erdê ve kaş kirin û ji salonê hatin derxistin.

Şengul diyar kir li nezaretxaneya jandarma, jandar me bi pehînan li ser û çavê wan xistiye û her wiha bi kulman jî êşkence li wan kiriye. Diyar bû ku Şengal ji ber sedema êşkenceya ku lê hatî kirin, ser û çavê wî werimiye, ji nexweşxaneyê rapor standiye ku êşkence lê hatiye kirin. Diyar bû, jandarmayê ku li Şengul xistiye dijûn jî li wan kiriye û her wiha bi heman awayî êşkence li Remziya Tosun û Ferît Ozbek jî kiriye.

Diyar bû ku Tosun a ku bi keça xwe ya 3 salî Bêrîtan re li girtîgehê ye, êşkence lê hatiye kirin û bedena wan ji êşkenceyê şîn û reş bûye. Cilên li ser wê jî hatine qetandin.
Parêzer wê gilhê jandarma û polîsên êşkencekar bikin.