Artêşa Tirk a dagirker li Cûdî û Faraşînê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Cûdî û Faraşînê dest bi operasyonê kir.
Artêşa Tirk a dagirker li herêmên Cûdî û Faraşînê dest bi operasyonê kir.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatî bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker îro li herêma Tepê Dogan a Cûdî ya Şirnexê û derdorê wê dest bi operasyoneke berfireh kir. Her wiha li herêma Faraşînê ya Elkê jî dest bi operasyonê kir. Hate fêrbûn ku cerdevan jî tevli vê operasyonê kirine.
Çavkaniyan da zanîn ku operasyon bi desteka firokeyan tê kirin.