Li Colemêrgê yek jê zarokê 3 salî 4 kes hatin destgîrkirin

Li Colemêrgê serê sibehê di serdegirtina malan de yek jê zarokê 3 salî 4 kes ji heman malbatê hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk serê sibehê saet di 06:00 de avêtin malek li taxa Gazî û Zana Îhtiyatoglû û Nûr Îhtîyatoglû destgîr kirin.

Halîl Îhtiyatoglû jî li mala li gundê Otlûcayê ji aliyê leşkeran ve hate destgîrkirin.

Kurê Nûr Îhtiyatolgû yê 3 salî Dara Îhtiyatogû jî di serdegirtinê de hate destgîrkirin.

Sedema destgîrkirinê nehate hînbûn. Yek jê zarok 4 kesên destgîrkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.