Li Colemêrgê polîsan vê carê jî 2 kes birîndar kirin

Polîsên Tirk li Colemêrgê bi hinceta nîqaşa ku ji ber trafîkê derketî çek bi kar anî û du kes ji lingan ve birîndarkirin.

Êrîşa polîsan li Rêya Bûlvarê pêkhat. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di dema trafîka ku di saetên êvarê de çêbibû di navbera polîs û 2 kesan de nîqaş çêbû.

Polîs çeka xwe derdixîne û gule berda Remzî Dûman û Metîn Oztûnç û ew du kes ji lingan ve birîndar kirin.

Dûman ku rakirin nexweşxaneyê diyar kir ku bûyer ji ber şerê li ser trafîka rê derket. Dûman wiha behsa bûyerê kir: “Em li navenda bajêr li pêşberî trafîkê bendewarê heval bûn. Dema heval dixwest suwarê wesayîtê bibe memûrê polîs ku ji paş ve dihat li kornaye xist.”

Dûman diyar kir ku polîs ji wesayîta xwe peya bû û bi şeklê ku heqaret bike ji wan re got ‘bimeşin biçin’ û wiha domand: “Em li benda heval in. Wê kêliyê polîs demançeya xwe derxist û gule bera me her duyan da.”

Dûman her wiha ragihand ku ew ê der heqê polîsê ku gule bera wan dayî de şîkayetê bikin.

Polîsê Tirk di nava bê sizayiyekê de berdewam gule bera sivîlan didin. Her sal bi dehan kes di encama êrîşên polîs û leşkeran de jiyana xwe ji dest didin yan jî birîndar dibin. Erkdarên dewletê yên ku sûc dikin jî bi ti awayî nabin mijara darizandinê, berevajî wê pir caran erkên wan tê bilindkirin.

Roja 30’yê Kanûnê 3 ciwanên ku ji bo seyranê û komkirina berûyan çûbûn gundê kevin Bêruhê ya Îsyana girêdayî navçeya Derecîk a Colemêrgê rastî êrîşa polîsan hatibûn. Di encama gulebarana leşkeran de gule li pişta Ozcan Erbaş ê 16 salî dikeve û tê înfazkirin.