Li Colemêrgê demê 'qedexeyê' hat dirêjkirin!
Li 25 herêmên ku dikevin sînorê navend û navçeyên Colemêrgê, demê 'qedexeya' ku hatibû îlankirin, hate dirêjkirin.
Li 25 herêmên ku dikevin sînorê navend û navçeyên Colemêrgê, demê 'qedexeya' ku hatibû îlankirin, hate dirêjkirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Walitiya Colemêrgê ve hatî ragihandin, hat diyarkirin ku demê biryara 'Herêmên Ewlehiya Taybet' ku li herêmên dikevin navend û navçeyên Colemêrgê ,heta 15 rojên din hatiye dirêjkirin.
Beriya niha bi dehan caran 25 herêmên ku dikevin navçeyên Çelê, Şemzînan, Gever û navendê weke 'Herêmên Ewlehiya Taybet' hatî îlanikirin. 'Qedexeya' ku heta 28'ê Hezîranê hatibû diyarkirin heta 12'ê Tirmehê hate dirêjkirin.