Li Colemêrgê çalakiyên gerîla

Gerîlayên HPG'ê li Çelê û Şemzînanê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên li navçeyên Çelê û Şemzînanê yên Colemêrgê li dijî artêşa Tirk hatin lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Roja 22'ê Çileyê saet 13:00 hêzên me li dijî qereqola Şikêr a navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de derb li çeperên dijmin ên li qereqolê hatin xistin. Lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zanîn.

ŞEMZÎNAN

Roja 14'ê Kanûna 2017'an artêşa Tirk a dagirker ji navçeya Şemzînan a Çolemêrgê li dijî sînorên Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirkeriyê dabû destpêkirin. Hêzên me roja 22'ê Çileyê saet 14:00  li dijî leşkerên ku li herêma Kanîreşê bicih bûbûn çalakî li dar xist. Di çalakiyê de çeperên dijmin bi bandor hate hedefkirin û hejmara leşkerîn mirî û birîndar nehate zanîn. Hema rojê di seat 20:00’an de hêzên dagirker bi helîkoptera tîpa skorsky leşkerên mirî û birîndar ji herêmê durxistin.

Roja 22'ê Çileyê balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker herêma Karker a girêdayî herêma Zap a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir."