Li Colemêrgê çalakiya li dijî konvoya leşkerî: 15 leşker hatin kuştin

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de li dijî konvoya leşkerî çalakî hatiye li dar xistine û bi kêmanî 15 leşker mirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me di 23’ê Tîrmehê di navbera Şemzînan û Geverê ya bi ser Colemêrgê çalakiyak li dar xistine.

Hêzên me di 23.40’an de konvoyeke artêşa dagirker a Tirkiyeyê ya ku ji 40 wesayîtên zirxî pêk tê, di navbera gundên Pagê û Miçîçê kirine hedef. Hêzên me li wesayîtên konvoyê dane, wesayîteke Kîrpî îmha bûye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê Balafirên Hewayî yên Bêmirov li ser qadê geriyane û bi çekên giran li qada çalakiyê dane û mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine. Ev çalakî ji bo bibîranîna welatparêzê bi navê Necmettîn Fendîk hatiye kirin ê ku li Geverê artêşa Tirk a dagirker ew qetil kiribû.

LI DERSIMÊ ŞER

Di 23’ê Tîrmehê de saet di 23.00’an de li qada Gomaspî ya Dersimê hêzên me rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê derê şerek çêbûye. Piştî şer li vê qadê operasyon dane destpêkirin û operasyon hê jî didome. Yekîneya me ya gerîla bi silametî gihiştiye cihê xwe.

LI BAZÎDÊ 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

Di 19’ê Tîrmehê de yekîneyeke me ya gerîlayan li nêzî gundê Demîrkapi ya Bazîdê ya bi ser Agiriyê rastî leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê şer çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin û 2 hevrêyên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê.

LI DERSIMÊ OPERASYON

Di 19’ê Tîrmehê de di saet 14.00’an de artêşa Tirk  a dagirker li Geliyê Harçîkê û qada Ûzûntarla ya Dersimê operasyonek daye destpêkirin û qad bomberdûman kirine. Hêzên dagirker heta 21’ê Tîrmehê bi helîkopteran hêzên xwe bera Geliyê Harçîkê dane. Di navbera leşker û hêzên me de şerekî giran çêbûye.

Di operasyon û bomberdûmanê de 5 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên ku gihiştine şehadetê wisa ye:

 

Nasnav: Cesûr Dersim
Nav û Paşnav: Celal Aşkin
Cihê Jidayikbûnê: Dersim
Navê Dayik - Bav: Hanim - Aslan
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Dersim

 

Nasnav: Çekdar Dersim
Nav û Paşnav: Tûncay Gungormuş
Cihê Jidayikbûnê: Dersim
Navê Dayik - Bav: Halîse - Kazim
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Dersim

Navnav: Gelhat Arîn
Nav û Paşnav: Metîn Ozkan
Cihê Jidayikbûnê: Riha
Navê Dayik - Bav: Zahîde - Hasan
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Dersim

Nasnav: Jehat Serhat
Nav û Paşnav: Ahmet Er
Cihê Jidayikbûnê: Îdir
Navê Dayik - Bav: Halîme - Îsmaîl
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Dersim

Nasnav: Rojhat Van
Nav û Paşnav: Senar Aslan
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Fatma - Suleyman
Cih û Dîroka Şehadetê: 19 Tîrmeh 2017 / Dersim

 

GERÎLAYÊN KU LI KORXOLA ÇEWLIGÊ ŞEHÎD BÛNE

Di daxuyaniya me ya di 23’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 11’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li Gêdûka Qirê ya Korxolê ya Çewligê operasyonek daye destpêkirin û di vê operasyonê de 3 hevrêyên me bi qehremanî şer kirine û gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên gihiştine şehadetê wiha ye:

Nasnav: Cotkar Karker
Nav û Paşnav: Ramazan Arslan
Cihê Jidayikbûnê: Çewlîg
Navê Dayik - Bav: Gullu - Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Tîrmeh 2017 / Çewlîg

Nasnav: Hozan Avareş
Nav û Paşnav: Maşûk Sarişin
Cihê Jidayikbûnê: Denizli
Navê Dayik - Bav: Kadriye - Kerem
Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Tîrmeh 2017 /Çewlîg

Nasnav: Memyan Derik
Nav û Paşnav: Şehmus Guzel
Cihê Jidayikbûnê: Malatya
Navê Dayik - Bav: -
Cih û Dîroka Şehadetê: 12 Tirmeh 2017 / Çewlîg