Li Colemêrgê bi dehan kes hatin destgîrkirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Colemêrgê de bi dehan kes di serdegirtina malan de hatin destgîrkirin.

Operasyonên destgîrkirinê yên li bajarên ku Partiya Çepên Kesk di hilbijartina 14’ê Gulanê de dengên zêde lê wergirtî bênavber didomin. Partiya Çepên Kesk di hilbijartinê de li Colemêrgê her 3 parlamenter jî bi dest xist. Îro di danê sibehê de li Colemêrgê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de herî kêm 30 kes hatin destgîrkirin. Hat zanîn ku kesên hatine destgîrkirin bi îdiayên “propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin û niha li midûriyetên navçe û navendê tên ragirtin.

Navên hin kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Omer Çitak, Rojbîn Şahînoglû, Yûsûf Şahînoglû, Ferhat Toregun, Remziye Urgun, Bedran Ogmen, Bedran Ozdel, Vedat Dogan, Bariş Kamerî, Mûsa Yîgît, Naîf Beyter û Bunyamîn Seven.”