Şivanê ku leşkeran gule bera wî berdan, hate dîtin- NÛ BÛ

Leşkerên Tirk gule bera şivanê bi navê Îsmaîl Kaya ku li zozanên gundê Marinûs a Colemêrgê pezê xwe diçêrand, barandin. Hate zanîn ku Kaya li Elkê çûye gel koçeran.

Dema ku şivanê bi navê Îsmaîl Kaya li gundikê Kutus a girêdayî gundê Marînus a navenda Colemêgê li herêmeke derdorî gund pezê xwe diçêran, ji navendeke leşkerî ya derdorî herêmê gule bera wî hatiye berdan. Piştî gule reşandinê ti agahî ne ji Îsmaîl Kaya û ne jî ji pezê wî hatiye girtin.

Vahap Kaya diyar kir ku Kaya du caran hewl daye pez bîne gund û got: "Piştî bi me re axivî û şûnde êdî agahî jê nehate girtin. Em pir tirsiya ku tiştek bi serê wî hatibe. Şukir tiştek ne bi şivan û ne jî bi pezê me hatiye. Şivanê em ji bo tiştek bi wî û pez neyê, bi pezê ku piştî guleyên leşkeran berdayî belavî derdor bûye, kom kiriye û tevlî koçerên li ser sînorê Elkê bûye."