Li Colemêrgê 16 kes hatin destgîrkirin

Li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever û Şemzînanê hêzên deweta Tirk avêtin ser malan. Di serdegirtinan de 16 kes hatin destgîrkirin ku 3 ji wan jin in.

Hêzên dewleta Tirk vê sibehê avêtin ser gelek malan. Bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "alîkariya ji bo rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" 16 kes hatin destgîrkirin ku 3 ji wan jin in.

Navê hin ji kesên hatin destgîrkirin wiha ne: Leşker Tarhan, Orûç Berkan Ertûş, Omer Açar, Samet Avci, Medîne Kar, Agît Onal, Serkan Işik, Eren Guneç, Mujde Akin, Îkram Karaman. Arîs Erbaş, Zîne Kazanci, Aydin Taşçi, Cengîz Çelîkbaş.