Li Colemêrg, Wan û Sêrtê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê, Sêrt û Wanê lidar xistin de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Agahiyên di malpera fermî ya HPG’ê de hatin belavkirin wiha ye:

LI ÇELÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Çalakiyên xurt ên hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de lidar xistin dewam dikin;

26’ê Tîrmehê saet 17:00’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a dargirker ku li Girê Şehîd Botan ê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek sekvaniyê lidar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dijmin li derdorî xwe ketober gule reşandine, di saet 21:00’ê şevê de jî termê leşkerê xwe yê hatî kuştin bi helîkopterê ji qadê rakirine.

27’ê Tîrmehê dîsa hêzên me bi çekên girna li dijî leşkerên li Girê Şehîd Botan a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin, di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê herêm bi obus hewanan bomberdûman kiriye.

LI ŞEMZÎNANÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

26’ê Tîrmehê saet 12:1’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk a mêtînger ku li Girê Geniş ê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Leşkerên Tirk piştî çalakiyê bi hewanan derdorî xwe bombe kirine.

LI SÊRTÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

27’ê Tîrmehê saet 06:20’an, hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Fraqîn û Şehîd Jînda Ozgur de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagireker ku dikevin navbera Qereqola Erbo û Velkanis a girêdayî navçeya Hewêl a Sêrtê de çalakiyek xurt lidar xistine. Di dema guhertina guhertina leşkeran a bi wesayîta Transîtê hêzên me li leşkeran xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, têkildarî kuştî û birîndarên zêdetir ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

LI WANÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

26’ê Tîrmehê saet 07:10’an, hêzên me li dijî leşkerên li nîzamiyeya Qereqola Tingê ya girêdayî navçeya Şax a Wanê çalakiyek lidar xistine. Di çalakiya 5 leşkerên li ber nîzamiyeyê hatin hedefkirin de, 2 leşker hatin kuştin,3 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê dever bi tank, obusd û hewanan bomberdûman kiriye.