Li Colemêrg, Wan, Şirnex û Amedê çalakiyên gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên gerîlayan ên li Colemêrg, Wan, Şirnex û Amedê diyar kir.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku li Eyaleta Wanê 11 leşker hatine kuştin û 2 gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane.

Di heman demê de nasnameya 5 gerîlayên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dane jî hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Di çarçoveya pêngava şoreşger Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me yên YJA Starê di 28’ê Tîrmehê di saet 06.15’an de li hemberî kozikên artêşa Tirk a dagirker ên li qereqola Dizgê ya Şemzînanê ya bi ser Colemergê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me ji 2 milan ve li kozikên dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehatine tespîtkirin.

LI ŞIRNEXÊ 2 WESAYÎTÊN ZIRXÎ DERB XWARIN

Di 28’ê Tîrmehê de saet di 23.30’an de hêzên me li dijî konvoya artêşa Tirk a dagirker a nêzî gundê Avkamasiya ya di navbera Şirnex û Cizîrê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî yên Kîrpî derbe xwarine û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi ambûlansan mirî û birîndarên û wesayîtên derbe xwarine ji qadê derxistine.

LI AMEDÊ LI KONVOYA LEŞKERÎ DAN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Azad Farqîn û Şehîd Jînda Ozgur de, di 27’ê Tîrmehê de saet di 06.30’an de hêzên me konvoyeke artêşa Tirk a dagirker ya ku ji Pîrana Amedê diçû qereqola Şingirikê di saet 12.30’an de kirine hedef. Di vê çalakiyê de hêzên me ji nêz ve li panzêrekê dane û panzêrê derbe xwariye. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayîtên sîvîl ji qadê derxistine.

Di heman rojê de yekîneyeke dijmin a nêz jî bûye hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hêzên me baş li leşkerên dijmin dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker bi qasî 6 saetan rêya di navbera Pîran û qereqola Şingirikê ji trafîkê re girtine.

LI EYALETA WANÊ 11 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 2 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Di 20’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi tevlêbûna 15.000 hezar leşkeran li Eyaleta Wanê operasyoneke berfireh dan destpêkirin. Hêzên dagirker li qadên Sokan, Şerefan, Sorxaç, Şaxê û Berik a Elbakê, li qada Newala Xurê, Tepe Komando û Berareşê ya Feraşînê, li Berçelan, Qirmêçê, Çiyayê Dahola, Çiyareşkê, Levinê, Çelabêj, Leyzokê, Boxaza Dêra Feraşînê, Sirtê Melixa, Kelacengê û Meydan Zengilê ya Colemêrgê û li qada Karçitê, Meliva, Govikê, Şelatunê û Kunavê ya Şaxê bi cih bûne.

Di 23’ê Tîrmehê de hêzên me rastî hêzên dagirker hatine û li vê derê şer çêbûye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di 25’ê Tîrmehê de li qada Dolamara di navbera hêzên me û leşkerên dijmin şerekî giran çêbûye, di vî şerî de 2 hevalên me şehîd bûne û kesek jî teslîmî hêzên dijmin bûye.

Di 27’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî milekî operasyona qada Çalyanê çalakiyek li dar xistine. Li vê derê bi qasî ku hatiye tespîtkirin 11 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qadê derxistine.

3 SÎVÎL BIRÎNDAR BÛN

Di operasyonê de ji bo ku gel ji warên wan dûr bixin, hêzên dagirker pêkutî û îşkence li gel kirine. Di heman demê de di 27’ê Tîrmehê de hêzên dagirker li wesayîteke sîvîl dane ya ku ji Çalyanê diçû Wanê û li vê derê 3 sîvîl birîndar bûne. Operasyon di 29’ê Tîrmehê de bi paş ve hatiye kişandin.

LI ZAPÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ

Di 29’ê Tîrmehê de saet di 14.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Gundê Filleha  ya Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û di 17.30’an de jî qada Çemço û Qela Bedewê bomberdûman kirine.

LI DERSIMÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA

Di 20’ê Tîrmehê de li qada Xiştan û Riçikê ya Mazgîrê ya Dersimê artêşa Tirk a dagirker operasyonek daye destpêkirin. Di saet 14.30’an de bi helîkopteran li qadê dane û piştre jî bi helîkopterên Skorsky leşker anîne qadê. Piştî vêya di navbera hêzên me û leşkerên dijmin şer çêbûye. Di vî şerî de hevalekî me bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wisa ye;

Nasnav: Agir Çiya
Nav û Paşnav: Davût Osmanpûr
Cihê Jidayikbûnê: Makû
Navê Dayik - Bav: Zîver Kurdiye – Saît Osmanpûr
Cih û Dîroka Şehadetê: 20'ê Tîrmeha 2017 / Dersim

GERÎLAYÊN KU LI COLEMÊRGÊ JIYANA XWE JI DEST DANE

Di 18’ê Tîrmehê saet di 06.50’an de gerîlayên me li qada Xapûşkê ya Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê rastî artêşa Tirk a dagirker hatine û li vê şer çêbûye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên artêşa Tirk a dagirker nehatine tespîtkirin. Di çalakiyê de 2 gerîlayên me gihiştine şehadetê. Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye;

Nasnav: Cesûr Botan
Nav û Paşnav: Ramazan Ekîncî
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Sabriye - Abdullah
Cih û Dîroka Şehadetê: 18'ê Tîrmeha 2017 / Colemêrg

Nasnav: Leşker Cûdî
Nav û Paşnav: Metîn Tetîk
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Zeynep - Mahmût
Cih û Dîroka Şehadetê: 18'ê Tîrmeha 2017 / Colêmêrg

Di daxuyaniya me ya di 11’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 9’ê Tîrmehê de saet di 00.00’an de hêzên me li dijî cihê kontrolê ya polîsan a di têketina Geverê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine û di vê çalakiyê de 12 polîs hatibûn kuştin. Yekîneyeke me ya ku piştî çalakiyê bi paş vedikişiya ketine kemîna yekîneyên ajan û kontra yên kampa Şûkê û 2 gerîlayên me li vê derê şehîd bûne. 

Nasnameya gerîlayên me yên ku şehîd bûne wisa ye;

Nasnav: Dilgeş Amed
Nav û Paşnav: Ahmet Bariş Turk
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Fatma - Riza
Cih û Dîroka Şehadetê: 9'ê Tîrmeha 2017 / Colemêrg

Nasnav: Nûrhak Sîser
Nav û Paşnav: Mehmet Bakir Başboga
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik - Bav: Kamîle - Necmetîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 9'ê Tîrmeha 2017 / Colemêrg