Li Colemêrg û Sêrtê çalakiyên gerîlayan: 9 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên Colemêrg û Sêrtê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya di malpera HPG’ê de wisa ye:

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKÎ

“Di 24’ê Tîrmehê de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li dijî Girê Şikêra ya Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Li vî girî 12 kozik hene û hêzên me bi çekên giran li 6 kozikan dane. Li vê derê 3 kozîk îmha bûne û 6 leşkerên di van kozikan de mirine, hejmara leşkerên birîndar jî nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Tirk heta saet 18.00’an bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

LI SÊRTÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 24’ê Tîrmehê de di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Azad – Şehîd Jînda de hêzên me di 08.30’an de li dijî wesayîteyeke ku diçû qereqola Çirê ya Hawêlê ya Sêrtê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me ji 50 metreyan li vê wesayîtê dane û yek jê serbaz 3 leşkerên di vê wesayîtê de hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Tirk tevî cerdevanên gundên Madora û Kelî Asêh li qadê operasyonek dane destpêkirin.

LI BATMANÊ LI DIJÎ XETA PETROLÊ SABOTAJ

Di 25’ê Tîrmehê de di saet 22.00’an de hêzên me li dijî xeta petrolê ya Hezoyê ya bi ser Batmanê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Li vê derê xeta petrolê îmha bûye.

LI GEVERÊ ÇALAKÎ

Di 24’ê Tîrmehê de hêzên me li dijî leşkerên artêşa dagirker a Tirk yên li Girê Çarçela Sîserê ya Geverê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li konên vî girî xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

 

LI WANÊ OPERASYON

Di 22’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker li gundên Soran, Pise, Sorxaç, Sokan û Kurikê ya Elbakê ya bi ser Wanê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon bêyî ku encamê werbigire heta 25’ê Tîrmehê domiyaye. Kemînên li dora gundan jî didome

ÊRÎŞA HEWAYÎ YA LI SER ZAPÊ

Di 25’ê Tîrmehê de di saet 18.30’an de balefirên şer qada Kanî Sarke ya herêma Zapê bomberdûman kirine.

JI BO AYDIN OZŞENERÊ LI WANÊ HIŞYARÎ!

Li Wanê kesekî bi navê Bahtiyar Aydin Ozşener xebatên kontrayî dike, gelê herêmê gilî dike û pêşengiyê ji operasyonên artêşa Tirk a dagirker dike. Li hemberî van kirinan divê gelê me hişyar be.