Li Colemêrg û Şirnexê çalakiyên gerîlayên HPG’ê

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 7’ê Tîrmehê de di çalakiya li dijî qaymeqamê Baykanê de 4 parêzvanên qaymekam hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku çalakiyên li dijî leşkerên operasyona 16’ê Hezîranê hatiye destpêkirin didome û daxuyaniya di malpera wê de wisa ye:

“Operasyona dagirker a artêşaTirk a dagirker ya di 16’ê Hezîranê de li hemberî herêma Zapê ya Herêmên Parastina Medyayê û çalakiyên li dijî vê operasyonê didome.

Di 8’ê Tîrmehê de di 12.30’an de hêzên me kozikên hêzên dagirkên ên li Girê Gijnê kirine hedef. Di vê çalakiyê de kozikeke dijmin hatiye îmhakirin, bi qasî ku hatiye tespîtkirin 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û leşkerekî dijmin jî birîndar bûye.

Di 8’ê Tîrmehê di saet 15.30’an de hêzên me leşkerên dijmin ên li Girê Şehîd Xeyrî kirine hedef. Di çalakiyê de hejmara leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

LI GIRÊ HARÛNA YÊ ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SÛÎKASTÊ

Hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehît Nalîn Mûş de li dijî artêşa Tirk a li Girê Harûna ya Şemzînanê çalakiyeke sûîkastê li dar xistiye. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê artêşaTirk a dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê daye.

LI ÇELÊ KOZIKÊN LEŞKERAN HATIN LÊDAN

Di 7’ê Tîrmehê de di navbera saet 12.00-14.00’an de û di 8’ê Tîrmehê di navbera saet 09.00-09.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dijmin ên li qada Çeperê Şêxa ya Çelê çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de kozikên leşkeran hatine lêdan û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di 6’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Karabilya û Înganî ya Elbakê ya bi ser Wanê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de hêzên dagirker kemîn danîne.

Di 8’ê Tîrmehê de saet di 19.00’an de klûbeya ewlehiyê ya qereqola Îkîzce ya li ser rêya Şirnex-Cizirê bûye hedefa hêzên me. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qada çalakiyê dane.

LI BAYKANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ: 4 PARÊZVAN HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya me ya 8’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 7’ê Tîrmehê de di saet 08.50’î de li dijî qaymekamê Baykanê yê Sêrtê  li nêzî qereqola Erboyê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de 4 parêzvanên qaymakam hatine kuştin.

GERÎLAYÊN LI AMEDÊ ŞEHÎD KETINE

Di daxuyaniya me ya 3’ê Tîrmehê de me diyar kiribû ku di 28’ê Hezîranê de artêşa dagirker a Tirk li gundê Reşanê yê Licê ya Amedê operasyonek dabû destpêkirin, di şerê 3 rojan de 4 gerîlayên Kurdistanê şehîd bûbûn.

Hevalên me Farqîn, Deştî, Serhildan û Salih di şerê 3 rojan de destana qehremaniyê nivîsandine. Her 4 hevalên me li ser xeta fedaî ya Zîlanê heta guleya xwe ya dawîn şer kirine.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne:

Nasnav: Salih Kiliç
Nav û Paşnav: Mehmet Dogan
Cihê Jidayikbûnê: Xerpêt
Navê Dayik - Bav: Elif – Sabri
Cih û Dîroka Şehadetê: 30 Hazîran 2017 / Amed

Nasnav: Farqîn Demhat
Nav û Paşnav: Hakan Ozunlu
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Munevver - Abdulsamet
Cih û Dîroka Şehadetê: 29 Hezîran 2017 / Amed

Nasnav: Deştî  Artim
Nav û Paşnav: Şakir Ozaydın
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Medya - Mehmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 29 Hezîran 2017 / Amed

Nasnav: Serhildan Îzmîr
Nav û Paşnav: Hakan Kizil
Cihê Jidayikbûnê: Îzmîr
Navê Dayik - Bav: Sakîne – Arslan
Cih û Dîroka Şehadetê: 29 Hezîran 2017 / Amed