Li Colemêrg û Çewligê çalakiyên gerîla

NAvenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Nalîn Mûş’ de têkildarî çalakiyên lidar xistin daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku li Çewligê li leşkerên Tirk xistine, li Dersim û Şirnexê jî balafirên Kobra derdorî gundan bombe dike.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya HPG’ê hatî belavkirin wiha ye:

LI ZAGROSÊ GELEK ÇALAKÎ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bederan Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Çelê, Şemzînan û Gever yên navçeyên Colemêrgê ne çalakiyên xurt lidar xistine.

‘LI ŞEMZÎNANÊ 2 ÇEPERÊN DIJMIN HATIN RÛXANDIN’

28’ê Tîrmehê saet 04:30’an hêzên me çeperên artêşa Tirk ên li Girê Sîsê yê Şemzînanê kirin hedef û çalakiye lidar xistin. Di vê çalakiyê de 2 çeper bi temamî hatin rûxandin û têkildarî kuştî û birîndarên leşkerên Tirk ya di vê çalakiyê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

LI GEVERÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me 28’ê Tîrmehê saet 10:30’an li dijî leşkerên artêşa Tirk a li Girê Bayê yê Herêma Çarçella ya Geverê bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji 2 baskan ve leşkerên gir de kirin hedef, konek yê leşkeran hate rûxandin, çepara çeka A4 jî hate derbkirin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û hewanan qad bomberdûman kir.

LI DIJÎ GIRÊ KOORDÎNE ÇALAKÎ

28’ê Tîrmehê saet 10:00’an hêzên me leşkerên Tirk ên li Girê Koordîne yê girêdayî Çelê bi cih bibûn kirin hedef. Di vê çalakiya bi çekên giran leşkerên li gir hatin hedefkirin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan bombe kiriye.

LI ÇEWLIGÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Azad Farqîn û Jînda Ozgur de, 28’ê Tîrmehê saet 21:309’an li dijî Qereqola Saxanis a girêdayî navçeya Kanîreş a Çewligê çalakiyek lidar xistine. Kuleyên ewlekariyê yên qereqolê ji 2 baskan ve hatiye hedefkirin û hatiye lêxistin. Di vê çalakiyê de jî hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.

 ‘LI ŞIRNEX Û DERSIMÊ HELÎKOPTER DERDORÎ GUNDAN BOMBE DIKE’

Operasyon û êrîşên artêşa Tirk ên ku bi ti awayî encam nagirin û li beramber berxwedanan gerîla têk diçin, bi êrîşên hewayî qadên sivîlan dikin hedef.

Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk 28’ê Tîrmehê bi helîkopterên Kobra deverên Hevşederê, Astenga Masîro û Tehtereşê yên li devera Masîro ya girêdayî Elkê ya Şirnexê li gel Gundê Keleş bomberdûman kiriye. Di encama bomberdûmanê de wesayîtekî ya gundiyan hatiye îmhakirin û di bejahiyê de jî şewat derketiye.

Dîsa heman rojê di saetên sibehê de hêzên dagirker bi helîkopterên Kobra devera Serikê Mihemedê Oso ya girêdayî Herêma Besta ya Şirnexê bombe kiriye.

Dîsa heman rojê saet di navbera 21:00-21:30’an de bi helîkopteran hema dever hatiye bomberdûmankirin.

28’ê Tîrmehê saet 21:00’an artêşa Tirk a dagirker bi desteka helîkopterên Kobra derdorî Gundê Zargê ya Dersimê bombe kiriye.