Li Colemêrg, Şirnex û Wanê çalakiyên gerîlayan

Li Colemêrg, Şirnex û Wanê gerîlayên HPG’ê li dijî leşker û kontrayên yekîneyên veşartî gelek çalakî li dar xistin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di çalakiyan de tegmenek, çawişek, 7 jê kontra û bi giştî 17 leşker hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û diyar kir ku li Colemêrg, Şirnex û Wanê li dijî artêşa Tirk gelek çalakî li dar xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de hat diyarkirin ku;
“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me 4’ê Tîrmehê di navbera saet 10.30-11.00’an de li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku li Girê Şehîd Gafûr a Geverê ya bi ser Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane.

LI QILEBANÊ LI DIJÎ LEŞKERÊN DERKETINE OPERASYONÊ ÇALAKÎ, YEKÎNEYA VEŞARTÎ KETIN BIN KONTROLÊ

Artêşa Tirk a dagirker a ku dixwest li Qilebanê li Girê Kurikê Omer û derdora wê operasyonê li dar bixe, di 3’ê Tîrmehê di saet 04.40’an de bûne hedefa hêzên me. Di çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Hêzên me di 1’ê Tîrmehê de di navbera gundên Mijîn û Hîlal ên Qilebanê ya Şirnexê yekîneyeke veşartî ya kontrayan xistiye bin kontrola xwe. Di heman rojê de saet di 22.00’an de hêzên me dora vê yekîneyê girtine ya ku ji 7 kesan pêk tê û ji bo teslîm bibin bang li wan kirine. Vê yekîneya ku teslîm nebûye û xwestiye ku bireve, di şer de hemû hatine îmhakirin.

Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker ya ku dixwest mirî û birîndarên xwe ji qadê derxe, bi wesayîtên zirxî û helîkopteran heta 2’ê Tîrmehê li qadê daye û di heman demê de operasyon daye destpêkirin. Operasyon hê jî didome.

LI WANÊ 3 WESAYÎTÊN ZIRXÎ BÛN HEDEF

Di 3’ê Tîrmehê de saet di 10.00’an de 3 wesayîtên zirxî yên li ser riya Wan-Elbakê digeriyan bûne hedefa hêzên me. Wesayîta zirxî ya Kîrpî ji binî ve îmha bûye û 2 wesayîtên zirxî yên kobra jî darbe xwarine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.
Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran li qada çalakiyê dane û li qadê operasyonek dane destpêkirin. Operasyon di 4’ê Tîrmehê de bi paş ve hatiye kişandin.

LI MÛŞÊ DU WESAYÎT HATIN DARBEKIRIN

Leşkerên artêşa Tirk ên dagirker ên ku di navbera gundên Koşk û Ûrûk ên qada Şehîd Amed a Mûşê de di 4’ê Tîrmehê di saet 07.00’an de bûne hedefa hêzên me yên YJA-Starê. Hêzên me du wesayîtên ji bo guherandina leşkeran hatine qadê, kirine hedef. Piştî lêdana wesayîtan her du wesayîtan darbe xwarine û paş ve vegeriyane. Li vê derê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Koma me ya din a çalakiyê jî leşkerên li ser gir kirine hedef. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê derê jî leşkerekî dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê leşkerên dijmin li qadê gule reşandiye.

LI DEPÊ ŞER

Di 26’ê Hezîranê di saet 02.00’an de artêşa Tirk a dagiker li derdora bendava Ozluce ya Depê ya bi ser Elezîzê bi helîkopter, balefirên şer operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker qad dane ber bombeyan û di saet 07.30’an de bi helîkopteran leşker aniye qadê. Di saet 09.30’an de di navbera hêzên me û leşkerên dijmin şer çêbûye. Di vî şerî de 2 rêhevalên me bi qehremanî li ber xwe dane û gihiştine şehadetê. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin tegmenek û çawişekî pispor hate kuştin. Operasyon di 29’ê Hezîranê de bi paş ve hatiye kişandin.

LI KANÎREŞÊ 2 GERÎLLA ŞEHÎD BÛN

Di 3’ê Tîrmehê de me gotibû ku di 29’ê Hezîranê de saet di 19.00’an de artêşa Tirk a dagirker bi balefirên şer û helîkopteran qada gundê Kizilagaç a Kanîreşê ya bi ser Çewlikê bomberdûman kiriye. Di bomberdûmanê de hevalê me Rodî gihiştiye şehadetê û hevalê me Serhildan jî bi giranî birîndar bûye. Hevalê me Serhildan ji bo ku bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe teqandiye û gihiştiye şehadetê.

Di çapemeniya dijmin de hatiye ragihandin ku 5 gerîlayên HPG’ê şehîd bûne. Lê ev îddîa derew e. Di vê êrîşa hovane de ne 5 hevalên me, tenê hevalên em Serhildan û Rodî gihiştine şehadetê.”