HPG: Li Colemêrg, Şirnex û Mêrdînê  6 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li gelek herêman çalakiyên sekvanî û sabotajê kirin. Li Colemêrg, Şirnex û Mêrdînê di çalakiyan de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI GEVERÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN, YEK JÎ BIRÎNDAR BÛ

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

12'ê Tîrmehê saet 07:30'î hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên li ser girê Şehîd Elîşêr ê li navçeya Geverê çend çalakiyên sekvaniyê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

Hêzên me êvara heman rojê saet 19'an, li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Gafûr ê li Geverê çalakiyek pêk anîn. Bi derbên xurt leşkerekî dijmin hate kuştin, yek jî birîndar bû.

LI OREMARÊ ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ

7'ê Tîrmehê, artêşa TC a dagirker li herêma Oremarê ya Geverê dest bi operasyonekê kirin. Heman rojê saet 22:30'î, hêzên me li dijî leşkerên li mintiqeya Qela Perixanê çalakiyên sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate zelalkirin. Hêzên me roja 8'ê Tîrmehê li Qela Perixanê, 9'ê Tîrmehê jî li geliyê Zerê û mintiqeya Şehîd Qendîlê li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyên sabotajê pêk anîn. Hejmara leşkerên di van çalakiyan de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Operasyona dagirkeriyê ya li herêmê dest pê kir, 11'ê Tîrmehê saet 04:00 bi rengekî bê encam qediya.

LI ŞIRNEXÊ ÇALAKÎ LI DIJÎ BENDA KONTROLÊ HATE LIDARXISTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de, 12'ê Tîrmehê saet 18:30'î li ser rêya navbera Şirnex û Cizîrê li dijî bendeke kontrolê ya artêşa TC a dagirker çalakiyek li dar xistin. Derbên xurt li wesayiteke dagirkeran û benda kontrolê hatin xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin.

LI MÊRDÎNÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me 11'ê Tîrmehê saet 19'an, li dijî leşkerên li qereqola Kertminê ya navçeya Mîdyad a Mêrdînê çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin."