Li Colemêrg, Çewlik û Dersimê çalakiyên gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Dersim, Çewlik, Gever, Şemzînan û Çelê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê li Çelê 5 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne. Li Dersimê 1 û li Çewlikê jî leşkerek hatiye kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

ÇALAKIYÊN LI GEVER, ŞEMZÎNAN Û ÇELÊ

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever, Çelê û Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê hin çalakî li dar xistine.

Di 7’ê Tebaxê de saet di 13.50’an de hêzên me li dijî asayîşa qereqola Çemanê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di 7’ê Tebaxê saet di 07.30-10.30’an de hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên Komara Tirkiyeyê yên li Girê Elîşêr ê Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi obus û hawanan li qadê dane.

Di 6’ê Tebaxê saet di 18.50’an de hêzên me li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li qereqola Gêmanê ya Çelê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerên li dora wesayîteke transîtê, wesayîta zirxî ya Kîrpî, 2 tankêrên sotemeniyê û kamyoneke cebilxaneyekê bûne hedef û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 5 leşker hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne. Wesayîta zirxî ya Kîrpî û transît îmha bûye û tankêra sotemenî û kamyona cebilxaneyê jî derbe xwariye. Piştî çalakiyê bi rojekê saet di 06.30’ande artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi ambûlans û helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qereqolê derxistine.

LI DERSIMÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ TABÛRÊ

Di 6’ê Tebaxê de hêzên me li dijî tabûra Qislê ya Dersimê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê de saet di 21.45’an de li Gêdûka Guneycîkê 2 wesayîtên zirxî yên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bûne hedefa hêzên me. Ji van wesayîtan yek jê derbe xwariye û bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin.

LI ÇEWLIKÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di 6’ê Tebaxê de li qada Korxolê ya Çewlikê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ji nêz ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

LI GABARÊ BOMBERDÛMAN

Di 7’ê Tebaxê de saet di 18.00’an de 4 helîkopterên Atak ên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê qadên Çiravê yên li Çiyayê Gabarê yên Xirabajar, Mehmet Şîrîn, Girê Tiro, Girê Dîndar, Şehîd Amed û Şehîd Yilmaz bomberdûman kirine. Ji ber bomberdûmanê agir bi eraziyê ketiye.

 

LI XAKURKÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ

Di 7’ê Tebaxê de saet di 18.00 û 21.30’an de balefirên şer ên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê berwarên Karker, Kurê Mizgeftê, Gêdûka Evliya û derdora gundê Evliya û çiyayê Gostê yên li qada Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.