Li Cizîrê zaroka din a ku kamyonê lêxistî jiyana xwe ji dest da

Wesayîta girêdayî şaredariya Cizîra navçeya Şirnexê ku duh li ser rêya Hezexê li 2 zarokan xistibû, di encamê de zaroka din a giran birindar bûyî îro jiyana xwe ji dest da.

Wesayîta harfiyatan a giredayî şaredariya Cizîra Şirnexê li ser rêya Hezexê li 2 zarokan dabû. Zarokê ku duh wesayîta bi plakaya 73 DR 714 lêxistî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, zaroka biçûk a din jî bi birîndariyek giran rakiribûn nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê bi rûxmê hemû mûdaxeleyan jî zaroka biçûk nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî şahidên bûyerê ragihandî, zarokên birîndar nêzî 40 deqiqeyan li ser rê li benda ambûlansê hiştibûn.