Li Cizîrê û Silopya 8 kes hatin destgîrkirin

Bi çarçoweya qirkirina siyasî li navçeyên Cizîrê û Silopya polîsên Tirk 8 Kurd destgîr kirin.

Li navçeyên Cizîr û Sîlopya, polsên Tirk bi ser malan de girtin û bi giştî 8 kes destgîr kirin.
 
Li navçeyên Cizîr û Sîlopya yên Şirnexê, polîsên Tirk vê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Li Cizîrê, polîsên ku bi ser taxên Cûdî û Konakê de  girtin, 6 kes desgîr kirin. 
 
Li aliyê din, li navçeya Sîlopya jî, polîsan bi ser gelek malan de girtin û 2 kes destgîr kirin. Kesên ku hatine destgîrkirin birin Emniyeta Midûryetên navçeyan. Hat ragihandin ku dibe zêdetir kes hatibin destgîrkirin.